Baroya Çewlikê dê giliyê tundiya leşkeran bike 2022-02-16 15:59:20 ÇEWLIK - Serokê Baroya Çewlikê Omer Faruk Hûlaku da zanîn ku 10 binçavkiriyên hatibûn berdan rastî miameleyeke xerab hatine û diyar kir ku dê gilî bikin.  Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê dabû destpêkirin de duh di danê sibehê de leşkeran bi ser mala Emîn Canpolat de girtin û Canpolat binçav kirin. Di dema serdegirtinê de leşkeran tundî li Canpolat kir û gef lê xwarin. Tundiya leşkeran ji hêla xizmên Canpolat ve bi telefonê hatibû kişandin. Canpolat îro derket edliyeyê û hate berdan. Baroya Çewlikê jî ji ber neheqiya li Canpolat hatiye kirin, kete nava liv û tevgerê.    MIAMELEYA XERAB    Serokê Baroya Çewlikê Omer Faruk Hûlaku da zanîn ku Canpolat jî di nav de, 10 welatiyên hatine binçavkirin rastî miameleyeke xerab hatine û wiha got: “Li erdê hatine dirêjkirin û hatin derbkirin. Deriyên malan hatin şikandin û miameleyeke xerab li welatiyan hat kirin. Em jî dê giliyê wan bikin. Gelek dîmenên bûyerê hatine jêbirin. Lê em ê bi dîmenên heyî, gilî bikin. Gelemperiya kesên hatine binçavkirin ditirsin lewma jî raste rast qala derbkirinê nekirin.”   SEPANÊN KEYFÎ   Hûlaku destnîşan kir ku Emîn Canpolat û hevjîna xwe vekalet daye baroyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Canpolat kesekî bêsûc bû lê dîsa jî rastî miameleyeke xerab hate. Ev yek nayê qebûlkirin. Hewcehî bi serdegirtina malan nebû. Jixwe heke gazî kiribûna, dê biçûna û îfadeya bidana. Tê gotin ku muwekîlê min Canpolat di sala 2010’an de propaganda kiriye û ev yek sûc e. Anku propagandayeke 12 sal berê xistine rojevê. Bi serdegirtina malan re xwestin welatiyan bitirsînin. Serdegirtina malan û derbkirina welatiyan bi tevahî sepanekî keyfî ye. Lewma jî em ê serî li hemû rê û rêbazên hiqûqî bidin.”    MA / Cengîz Ozbasar