Li Edeneyê kesek hat girtin û 13 kes hatin berdan 2022-02-16 16:10:50   EDENE - Li Edeneyê 13 kes hatin berdan, welatiyê bi navê Yusuf Bulut jî hat girtin.    Li Edeneyê di 14’ê sibatê de 14 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de li malên xwe hatibûn binçavkirin, ji midûriyeta polîsan wan birin edliyê. 13 kes li edliyê piştî îfade dan hatin berdan. Welatiyê bi navê Yusuf Bulut bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û wî şandin girtîgehê.