Li Mêrdînê 22 kest hatin berdan 2022-02-16 20:33:53   MÊRDÎN - Li Mêrdînê 22 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Li Mêrdînê 45 kesên di 14 û 15'ê Sibatê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Kesên li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îfadeyên wan hatin girtin, 3 jê ji ber xebatên Kongreya Civaka demokratîk (KCD) hatin sûcdarkirin û yê mayî jî ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal.   Ji kesên hatin binçavkirin22 jê sewqî dozgeriyê hatin kirin û dozgeriyê jî ew berdan.