Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand 2022-02-17 11:11:45 DÊRSIM - Serokê Komeleya Duzgin Bava Sînan Kirmiziçîçek bersiva Walîtiya Dêrsimê da û got îdiayên wêneyê bi çek û tapu yên walîtiyê rastiyê nîşan nade.  Nîqaşên zextên li ser Komeleya Alîkarî û Pêşvebirina Çandê ya Serdanên Duzgin Bava ku li navçeya Qisleya Dêrsimê ye didomin. Maliyê ji komeleyê re gotiye “kargeh.” Di nava sê salên dawî de 60 hezar lîre cezayê bacê li komeleyê hatiye birîn. Rêveberiya Komeleyê ji cezayên îdarî û malî yên pereyan re gotin, “bêhiqûqî” ye û daxuyanî dan. Lê pişt re Qeymeqamê Navçeya Qisleyê Ugur Tutkan gef li komeleyê xwar û gotibû, “Em ê bi te jî û alîgirên te jî bidin fêmkirin, hêza qanûn, hiqûq û delweta me.” Hêj bertekên li dijî Tutkan didomin, vê carê duh Walîtiya Dêrsimê derbarê mijarê de daxuyanî da.    WALÎTIYÊ QEYMEQAM PARAST    Walîtiyê gefên qeymeqam ji nedîtî ve hat û qeymeqam parast û nûçeyên derbarê qeymeqam de hatine çêkirin jî wek “reşkirinê” pênase kir. Walîtiyê îdia kir ku wêneyê qeymeqam ê bi kesên çekdar re ne li ber Cemxaneya Duzgin Bava ye û tapûyê cemxaneyê jî aydî keyatiya Gundê Çevrecîkê ye. Walîtiyê îdia kir ku ew cih ji aliyê komeleyê ve hatiye “dagirkirin.”    Serokê Komeleya Duzgin Bava Sînan Kirmiziçîçek têkildarî gefên qeymeqam û îdiayên walîtiyê ji ajansa me re axivî.    WÊNE LI BER CEMXANEYÊ HATIYE GIRTIN    Kirmiziçîçek destnîşan kir ku wêneyê Tutkan ê bi polîs û leşkerên çekdar re kişandiye ku têde tabela tê xuyakirin diyar dibe ku li ber cemxaneyê ye û li ser tabelayê jî nivîsa “El Ele-El Hakka” li serê ye û li bajêr ji bilî vê tabelayê tu tabelayek din nîne. Kirmiziçîçek anî ziman ku wêneyê Tutkan ê li ber cemxaneyê wek “qeymeqam şovê dike” pênase kir. Kirmiziçîçek bersiva daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê jî da û destnîşan kir ku daxuyaniya walîtiyê ku dibêje wêne ne il ber cemxaneyê hatiye kişandin rastiyê nîşan nade.    ‘DAXUYANIYA WALÎTIYÊ DEREW E’    Kirmiziçîçek anî ziman ku qeymeqam di şexsê cemxaneyê de tevahî civaka elewî hedef dide nîşandan û heqaret û gefa li elewiyan dike. Kirmiziçîçek bersiva daxuyaniya tapû ya walîtiyê jî da û got: “Cihê Cemxaneya Duzgin Bava ne mal û milkê kesekî û saziyekê ye. Cihê ku cemxane lê hatiye çêkirin, di nav sînorê gundê Çevrecî de ye. Lê belê ew der ne cihê bi tapu yê keyatiya gund e. Ev beyanek bi temamî dûrî rastiyan e. Di tapu de 20 metrekare wek cihê îbadetxaneyê hatiye nivîsandin. Lewma daxuyaniya walîtiyê ji binî derew e.”    ‘WALÎ GEF LI ME XWAR’    Kirmiziçîçek anî ziman ku qeymeqm û walî bi van derew û agahiyên şaş dixwazin cihê tayînkirina qeyûm çêbikin û li ser vê hesab û amadekariyan dikin. Kirmiziçîçek got ew feraseta tiştên ne rast dibêjin red dikin. Kirmiziçîçek anî ziman ku walîtiyê bi vê daxuyaniya xwe gef li wan xwariye.    GILÎ KIRIN    Kirmiziçîçek anî ziman ku li hember van gef û agahiyên nerast serî li Serdozgeriya Qisleyê dane û gilî kirine.    MA / Cengîz Ozbasar