Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan 2022-02-17 11:42:44   WAN - Endama Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Rojbîn Sevîl Çetîn ku dema hatibû binçavkirin îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin, di danişîna doza derbarê wê de hatibû vekirin de nehat berdan.    Danişîna doza Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê û Hevşaredara Artemetanê Rojbîn Sevîl Çetîn a bi îşkenceya kuçikan a polîsan di 26’ê Hezîrana 2020’an de hatibû binçavkirin û girtin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Dadgehê dozên bi hêcetên xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) û “endamtiya rêxistinê” li Çetîn hatibûn vekirin, kiribûn yek. Çetîn a girtî ji girtîgeha ku lê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Di danişîna ku parêzer û malbata Çetîn lê amade bûn de Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Çetîn a di danişînê de parastin kir, îfadeyên xwe dubare yên beriya niha dubare kirin, parêzerên wê jî daxwaza berdana wê kirin. Şandeya Dadgehê îdia kir ku şahidê nepen ne amade ye û biryara berdewama girtina Çetîn da.    Dadgehê danişîna Çetîn taloqî 12’ê Gulanê kir.