Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn 2022-02-17 11:43:38   AMED - Di doza ku rojnameger Bariş Bariştiran jê dihat darizandin de, dadgehê bersiva ku emniyetê derbarê kongreya KCD'ê ku di Ozgur Gun TV'yê de bi zindî hatibû weşandin de şandibû bes nedît û biryar da ku weşan ji RTUK'ê bê pirsîn.    Danişîna doza ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li Midurê Berpirsyar ê Ozgur Gun TV'yê ku bi KHK'ê hatibû girtin Bariş Bariştiran hatibû vekirin hat dîtin. Di sala 2016'an de li Amedê Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû lidarxistin û Ozgur Gun TV'yê kongreyê zindî weşandibû. Ji ber weşandina zindî ya kongreyê doz li Midurê Berpirsyar ê Ozgur Gun TV'yê Bariştiran hatibû vekirin. Bariştiran ji vê dozê beraet kiribû, lê ji ber îtîraza dozgeriyê Duyemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê dosyayê lêkolîn kiribû biryara xerakirina biryara beraeta Bariştiran dabû. Pişt re di 11'ê çileyê de careke din dos hatibû dîtin.    Bariştiran tevlî danişîna doza ku li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin nebû û parêzerê wî lê amade bû. Serokê Dadgehê, diyar kir ku Miduriyeta Polisan a Amedê bersiv daye pirsa wan a derbarê weşanê de û di bersiva xwe de cih daye axaftina beşeke weşanê.    Dozger, derbarê belgenameya ku li dosyayê hatine zêdekirin de tiştekî ku bibêjin tune ye û daxwaza derbaskirina kêmasiyan kir.    Parêzerê Bariştiran, Resûl Tamûr jî  daxwaza derbaskirina kêmasiyan kir.    WÊ JI RTUKÊ BÊ PIRSÎN   Heyeta dadgehê, bersiva ku ji emniyetê hatibû dayîn bes nedît û biryar da ku weşan kongreya KCD'ê ji RTUK'ê bê pirsîn û danişînê taloqî 25'ê gulanê kir.