Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane 2022-02-17 12:05:46   STENBOL - Danişîna ewil a doza meleyên endamên DÎAYDER’ê sibê tê lidarxistin. Parêzer Ayşe Aciniklî diyar kir ku doz “tengavî” ye û du şahidên nepen ên di “Doza Sereke ya KCK’ê” de li ser meleyan îfade dane.    Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Îdianameya derbarê meleyan de 6 meh şûn ve hatibû amadekirin. Dozger beriya îdianameyê pêşkêşî dadger bike, pêşkêşî medya îktidarê kiribû. 23 kes ji vê îdianameyê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan sibê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê were lidarxistin.    TÊKILIYA ÎBB’Ê Û DÎAYDER’Ê HAT SÛCDARKIRIN    Piştî ku îdianame serwîsê medya îktidarê hat kirin, Wezareta Karên Navxweyî derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de teftiş da destpêkirin. Di îdianameyê de têkiliya Şaredariyê û DÎAYDER’ê hat sûcdarkirin.    KÎ LI DOSYEYÊ DINÊRE?    Dadgerê bi navê Akin Gurlek kul i doza Selahattîn Demîrtaş, Enîs Berberoglu, Seroka CHP’a Stenbolê û Selçûk Kozagaçli dinêre îdianameyê qebûl kiribû.    ŞAHIDÊN DOZA KCK’Ê Û MELEYAN YEK IN    Ji parêerên endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Aciniklî dozê nirxand û destnîşan kir ku doz ji destpêkê ve bi “tengavî” ye û wiha got: “Du şahidên nepen û şahidek navê wî eşkere li ser endamên DÎAYDER’ê îfade dane. Ev her du şahidên nepen di ‘Doza Sereke ya KCK’a Amedê de jî cih digirin. Beyanên van şahidan di hukmê de esas nehatiye girtin. Îfadeyên şahidê navê wî eşkere jî di sala 2019’an de hatine girtin. Ev îfade di warê hiqûqê de divê pê bawerî neyê kirin. Îdiayên bêbinî ne. Di îdianameyê de behskirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wek sûc hatiye dîtin. Dixwazin ji ber xebatên meleyan ên demokratîk û aştîxwaz  bên cezakirin.”