Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin 2022-02-17 12:18:29   ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ew dixwazin tifaqa kurdî ava bikin û yek kurdek jî li derveyî tifaqê nemîne.    Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de daxuyanî dan çapameniyê û nirxandinan kir. Di rojeva Gunay de tifaqên partiyên siyasî hebûn. Gunay, hevdîtina di navbera 6 partiyên muxalefetê de bi bîr xist û diyar kir ku hevdîtinên ku bi ferzkirinên netewperest pêk tên ji ji pirsgirêkên welat re nabin çare.      TIFAQA KURDÎ   Gunay, destnîşan kir ku tifaqa demokrasiyê saz dikin û wiha got: "Em kar û xebatên xwe yên tifaqa demokrasiyê roj bi roj xurtir û mezintir dikin. Em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin. Di meha adarê de em ê dest bi van hevditinên xwe bikin. Em ê helwdanên xwe mezin bikin da ku em tifaqa kurdî jî mezin bikin. Hedefa me ew e ku kurdek jî li derveyê vê tifaqê nemîne. Ji bo pêşeroja kurdan tifaqa kurdî pir girîng e."   BANGA LI KURDAN   Di berdewamê de Gunay, ji kurdan xwest ku guh nedin deng û gotinên zaliman û ev bang kir: "Banga me li hemû kurd û Kurdistaniyan ku em dixwazin li Kurdistanê jî bi partiyên kurdî re tifaqên berfireh pêk bînin û azadiya gelê kurd biparêz in. Yekitiya kurdan pêk bînin. Ji bo kurdan tenê yekitiya kurdan, azadiya kurdan esas bê girtin. Ji ber ku roj roja yekitiya kurdan e. Em ê ji bo yekitiya kurdan tifaqa kurdî ava bikin û kar û xebatên wê bimeşînin."   ERIŞA LI AVAHIYA YUREGÎRÊ   Gunay bertek nîşanî êrişa ku duh êvarê li dijî avahiya Rêxistina wan a Navçeya Yuregîr a Edenê da û got ku  ew dizanin êriş ji aliyê çeteyên ku desthilata wan xwedî dikin ve pêk hatiye û wê tu demê negihîjin armanca xwe.