Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya 2022-02-17 13:59:32   ENQERE - Komîsyona Tevlîhev a ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li hev civiya daxwazên derbarê usûlê de red kir. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî bertek nîşanî vê redkirinê da û ev tişt got: "We bi binpêkirina rêziknameya navxweyî dest pê kir."   Komîsyona Tevlîhev a ji Komîsyona Edaletê û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê, ji bo du fezlekeyên derbarê rakirina destnêdayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de li hev civiya. Parlamenterên HDP'ê yên endamên komîsyonê û gelek parlamenterên HDP'ê yên din tevlî civîna komîsyonê bûn. Di komîsyonê de hat xwestin ku nîqaşa usûlê bê vekirin. Serokê Komîsyonê Yûsûf Beyazit vê daxwazê red kir û dest bi hevdîtinan kir.    Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî hem endamê komîsyonê ye hem jî li şûna Guzel wê parastina wê bike, ji ber redkirinê bertek nîşanî serokê komîsyonê Beyazit da û got ku civînê bi binpêkirina rêziknameya navxweyî dest pê kiriye.    Ji ber ku çapamenî ji komîsyonê hat derxistin civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.