Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin 2022-02-17 14:34:57   DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin, danişîna ewil de hat beraetkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di sala 2019’an de li Dêrsimê di panelek de axivîbû û ji ber vê panelê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a Keskîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat lidarxistin. Keskîn û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Gelek parêzer û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl piştgiriya Keskîn kirin.    DIJ SERDEMÎ YE    Keskîn di danişînê de axivî û destnîşan kir ku ev doza lê hatiye vekirin li dijî serdemê ye, ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nake û xwest were beraetkirin.    Parêzerên wî jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin were beraetkirin.    BIRYARA BERAETÊ   Dozger xwest ceza li Keskîn were birîn. Serokê dadgehê diyar kir ku sûcdariyên li ser Keskîn ji gumanan dûr in, nabe delîla sûc û biryara beraetê da.    Keskîn li ber edliyê daxuyaniyek kurt da û destnîaşan kir ku îdianameya hatiye amadekirin pêkenok bû û divê dozên wiha qet neyên vekirin.