Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne 2022-02-17 14:36:02   ÎDIR - Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, bersiva serlêdana Habîp Eksîk ê HDP'yî ya têkildarî girtiyê nexweşê giran Kerîm Boran da û diyar kir ku ew dikare bi tena serê di girtîgehê de bimîne.    Li Îdirê 13 kesên ku di nav wan de Ferzende Elbî (72), Abdûllah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) û Kerîm Boran (77) jî hebûn bi hêceta malbatên dijmin bûn li hev anîne bi îdîaya “Xerakirina yekîtiya dewletê û yekparebûna welat” cezayê muebbetê li wan hatibû birîn.    Bi Kerîm Boran ê di dozê de hat cezakirin û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin re nexweşiyên dil, kêm bihîstin, şekir û gelek nexweşiyên din hene. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk têkildarî rewşa Boran di 28’ê Tebaxê de serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan dabû. Komîsyonê bersiva serlêdana Eksîk da.    PÊDIVIYÊN WÎ BÊKÊMASÎ HATINE PÊŞWAZÎKIRIN   Di bersiva ku serokê Komîsyonê Hakan Çavûşoglû yê AKP’î de tê îdia kirin ku hemû pêdiviyên tenduristiyê yên girtî bê kêmasî hatine pêşwazî kirin û ji bo ku di girtîgehê de bimîne tu astengî nînin.    DIKARE TENA SERÊ XWE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Wezaretê parast ku Boran birine nexweşxaneyê, hatiye mûayenekirin û wiha got: “Di rapora ku di encama tedawiyê de hat amadekirin de, bi yek dengî biryar hat dayîn ku mayîna girtî ya di girtîgehê de ne xetereye û dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.”   EKSÎK: BIRYAR NE ZANÎSTÎ YE   Eksîk ê HDP’î ku bersiva komîsyonê nirxand jî wiha got: “Kerîm Boran di demekî nêzîk de ji mejiyê xwe emeliyat bû. Ji ber temenê xwe û nexweşiyên xwe yên kronîk ne pêkane ku di girtîgehê de bimîne. Heke li wê nexweşxaneyê şandeyeke serbixwe hebûya teqez da were berdan. Biryara hatiye dayîn ne zanistî û hiqûqî ye. Mixabin girtigehên Tirkiyeyê bûye malên mirinê yên ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin. Ev rewş ji bo demokrasiya vî welatî şermeke mezin e.”     MA / Adnan Bîlen