Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê 2022-02-17 16:01:39   EDENE - Hevserokê HDP'a Navçeya Yuregîrê Dûrmaz Ozmen, êrişa ku li dijî avahiya wan pêk hatîbû de axivî û ev tişt got: "Guleya ku berdane HDP'ê, li aştî, demokrasî û biratiya gelan hatiye berdan."    Duh êvarê, li dijî avahiya HDP'ê ya Navçeya Yuregîrê ya Edenê êrişeke biçek û bimolotof pêk hat. Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Edenê xwest li Parqa Înonu êrişê şermezar bike. Lê beriya ku girseya HDP'ê ji avahiyê derkeve û biçe parqê polisan avahiya HDP'ê dorpêç û ketin û derketina wê girtin. Polisan nehişt ku girseya HDP'ê biçe parqê û xwest ku HDP daxuyaniya xwe li avahiyê bide. Girseyê hewl da dorpêça polisan bişikînin û biçin parqê. Lê polisan êrişî wan kir û neçar man ku li ber avahiya HDP'ê daxuyanî bidin. Gelek partî û rêxistinên sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê dûrişmeyên mîna "Li dijî faşîzmê mil bi mil" , "Rizgariya bi tena serê xwe tuneye ya tev bi hev re ya jî qet kesek ji me" û "Biji berxwedana HDP'ê" berz kirin.    'EM Ê NEYÊN VAN LEYÎSTIKAN'   Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê HDP'a Navçeya Yuregîrê Dûrmaz Ozmen, axivî û ev tişt gotin: "Em ê neyên leyîstikan. Gule û molotofa ku berdane HDP'ê, berdane aştî, demokrasî û biratiya gelan."   HATÎMOGÛLLARI Û PEKGOZ   Piştî Dûrmaz parlamaneterên HDP'ê yên Edenê Tulay Hatîmogûllari û Ramazan Pekgoz jî axivîn û êrişa li dijî avahiya partiya xwe şermezar kirin.    CHP'Ê PIŞTGIRÎ DA DAXUYANIYÊ   Serokê Rêxistina CHP'ê ya Bajar a Edenê Mehmet Çelebî jî tevlî daxuyaniyê bûye û got ku wê piştevaniya wan a bi HDP'ê re berdewam bike.    HATAY Û RIHA   Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê ya Îskenderûnê û Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Rihayê jî derbarê heman mijarê de daxuyanîyan û êrişê şermezar kirin.