Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan 2022-02-17 16:39:21   ŞIRNEX -  Rojnamemer, Zeynep Dûrgût ku hatibû binçavkirin, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polisan di 14'ê sibatê de bi ser mala nûçegîhana me Zenep Dûrgût de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 4 rojan îro Dûrgût derketiye dozgeriyê û bi şertê kontrola edlî ji dozgeriyê hat berdan.