Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû 2022-02-18 09:04:03 AMED - Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken, diyar kir ku piştî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li bajêr hejmara pêketiyan di nav 15 rojan de ji sedî 50 zêde bûne.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di 28'ê Çileyê de gotibû "Ez bi dengê herî bilind dibêjim, neqilqilin, hêza nexweşînê ne wekî berê ye." Piştî vê daxuyaniya Koca, hejmara pêketiyên Covîd-19'ê kêm nebû. Yek ji bajarên ku hejmara pêketiyan lê zêde dibe jî Amed e. Di 15 rojên dawî de li bajêr hejmara pketiyan ji sedî 50 zêde bû. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, rewşa şewbê ya li bajêr nirxand.    JI SEDÎ 50 ZÊDE BÛ   Guldîken, anî ziman ku li bajêr bi taybetî di 15 rojên dawî de hejmara pêketiyan pir zêde bûye. Guldîken da zanîn ku di 15 rojên dawî de li bajêr hejmara kesên testê dikin bûye 4 hezar û hejmara pêketiyan jî ji 2 hezaran bûye 3 hezar û hejmara nexweşên tên dermankirin jî ji 70'yî bûye 100 û bi giştî hejmara nexweşan ji 200-250'yî bûye 300.    Guldîken, got: "Hejmara pêketîyan ji daneyên fermî pir zêdetir e."    SEDEMA ZÊDEBÛNÊ   Guldîken, anî ziman ku berpirsê vê tabloyê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ye û got: "Ji ber zivistan e li her derî deverên girtî hene û ev yek dike ku varyanta nû zû berbelav bibe. Her wiha maske nayên bikaranîn û aşî zêde nayên kirin. Ev tişt hemû bûn sedema zêdebûna pêketiyan. Lê rayedar dibêjin xetereya vê varyantê tune ye. Ji ber van daxuyaniyên wan hejmara pêketiyan zêde bû. Li Amedê jî sedema zêdebûna pêketiyan ev e. Li Amedê rêjeya aşiyê li dor ji sedî 60 e. Ji ber vê hejmara miriyan zêde bû."    BANGAWAZÎ   Guldîken, destnîşan kir ku bi vî awayî dê hejmara pêketiyan kêm nebe, û tenê hêviya wan ji havînê heye. Guldîken, bilêv kir ku sedema vê jî dê mirov li qadên girtî neyên cem hev du.    Guldîken, ji bp aşîkirinê bang kir û got: "Me di varyanta Deltayê de dît, girseya temenê wê di navbera 25-45 salan de ku xwe aşî nedikir, bi vê varyantê ketin. Ên herî zêde mirin ev kes bûn. Niha jî ji ber varyanta Omicronê kesên aşiya xwe nekirine dimirin." Guldîken, bang li gel kir ku hay ji mesafeya fizîkî hebin, pir neçin cihên girtî û nepaqij û maskeyê bi kar bînin.    MA / Ergîn Çaglar