Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene 2022-02-18 09:04:05 RIHA - Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Ahmet Ceylan, anî ziman ku girtiyên nexweş ne bi mirinê, divê bi berdanê bên kêmkirin.  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji sala 2016'an heya niha herî kêm 103 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Di girtîgehên jimare 1 û 2'yan ên Tîpa T'yê yên Rihayê û Girtîgeha Sêwregê de jî 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene.    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Şaxa Rihayê Ahmet Ceylan, rewşa girtiyên nexweş nirxand.    ‘HEJMARA ÊN DIMIRIN ZÊDE DIBE'   Ceylan, destnîşan kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de gelek maf tên binpêkirin û ji van meseleyan ya herî girîng jî meseleya girtiyên nexweş e. Ceylan, bilêv kir ku ew ÎHD bi salan e ji bo girtiyên nexweş dixebitin û divê rewşa girtiyên nexweş ji aliyê saziyên bêalî û serbixwe bê tespîtkirin. Ceylan got: "Di demên dawî de zext zêde bûne û bi hinceta pandemiyê mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji ber vê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê xetereya mirinê zêde dibe. Em dixwazin demildest pêşî li ber vê bê girtin."    GIRTIYÊ NEXWEŞ EMÎN GULER   Ceylan, diyar kir ku di girtîgehên li Rihayê de gelek girtiyên nexweş hene û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar ê di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de. Ceylan got: "Hema mafê wî yê tenduristiyê tê astengkirin hem jî ikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Lewma berî ku ev pirsgirêk girantir bibin demildest divê tevdîr bên girtin."    ‘NE BI MIRINÊ, DIVÊ BI BERDANÊ BÊN KÊMKIRIN'   Ceylan, bilêv kir ku li gor daneyên ÎHD'ê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene, lê belê li gor texmîna wan ev hejmar zêdetir e. Ceylan got: "Ji bo hejmara girtiyên nexweş kêm bibe, divê tenduristiya wan ji aliyê saziyên serbixwe û bêalî bên tespîtkirin û li gor vê biryar bên dayîn. Yanî kesên ku wê karibin li derve baş bibin divê bên berdan û ev hejmar bê kêmkirin. Lê mixabin niha bi mirinê hejmara wan kêm dibe."    ‘EM LI BENDA EDALETÊ NE'   Ceylan di dawiya axaftina xwe de got: "Em ji dewletê û rêvebiriya wê ne li benda însaf û merhametê ne, em li benda edaletê ne."    GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN DI GIRTÎGEHA RIHAYÊ DE   Di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 22yan a Tîpa T'yê girtiyên nexweş ev in: Memnûne Soylemez, Asûman Yaman, Emîn Guler (rewşa wî giran e), Mehmet Bûrûn, Bazo Yilmaz (rewşa wî giran e), Hamza Eldemîr, Mehmet Emîn Polat, Mahmût Kaya, Yilmaz Ruzgar, Hasan Kiliç, Zekî Alakûş, Mehmet Çoban, Bayram Demîrhan û Mehmet Turkmenoglû.   Di girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê jî girtiyên nexweş ev in: Saît Ogûz, Cafer Cengîz, Hasîp Avşar, Îsmaîl Taşar, Dûrak Karak, Abdûllah Basyan, Îsmaîl Kaya, Cesîm Karataş, Sezar Dûrûk.   Di Girtîgeha Sêwregê ya Tîpa T'yê de jî girtiyên nexweş ev in: Rojhat Ozkan, Ayhan Kavak (rewşa wî giran e), Ramazan Çetedîr (rewşa wî giran e), Nûrettîn Başaran (rewşa wî giran e), Nahît Alaca, Kasim Yildirim, Taha Yaşar, Ahmet Tunellî û Eyyup Kûdîn.   MA / Mujdat Can