Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe 2022-02-18 11:25:15   RIHA - Ferît Şenyaşar ê li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wiha got: “Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye. Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 347’emîn de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber acizbûna xwe nikarî were cihê wê, Ferît Şenyaşar didomîne.    DERBARÊ NOBETÊ DE 17 DOZ HATINE VEKIRIN   Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta xwe didomînin, pankarta li pişt xwe nîşan da û wiha got: “Em têkoşîna xwe di nav sînorên hiqûqê de didin. Li dijî vê yekê miduriyeta polîsan derbarê dayika min de 13, derbarê min de 4 bi komî 17 doz vekirine.”   ŞERMA TIRKIYEYÊ YA HIQÛQÊ    Şenyaşar, bi lêv kir ku dema ji bo îfadeyê çûn êv bihûqûqî û bêedaletî ji dozger û miduriyeta polîsan re vegotine û wiha axivî: “Dozger û miduriyeta polîsan ji me re dibêjin ‘Hûn mafdar in lê em li gorî fermanên ku ji me re tên tevdigerin, ew ne karê me ye. Ji her derê Tirkiyeyê mirov doza me dişopînin. Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye. Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe.”