Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin 2022-02-18 12:15:08   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku partiyên muxalîf di hevdîtinên rakirina destnedayînê de wekî desthilatdariyê tevgeriyane û bertek nîşan da. Başaran got ku siyaseteke ku kurdan hîs neke, wan fêm neke û bi civaka wê re hevnas nebe, nepêkane ku li vê erdnîgariyê serkeftî be.   Komîsyona Têkel ji bo 2 fezlekeyên derheqê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de duh civiya. Di civînê de biryara rakirina destnedayînê hat dayîn. Li gel MHP’ê, her wiha ÎYÎ Partî û CHP’ê jî “teror” weke sedem nîşan dan û mîna rakirina destnedayînên sala 2016’an tevgeriyan. CHP ku li her deverê qala darazeke serbixwe dike, xwest ku parlamenter Semra Guzel ji hêla vê hiqûqê ve bê darizandin.    Wêneyên parlamenter Guzel ên bi Volkan Bora yê PKK’î re, di 8’ê çileyê de ji hêla çapemeniya alîgir ve hatin weşandin. Piştre jî li dijî Guzel kampanyayên lînçê hatin destpêkirin, Komîsyona Têkel di 20’ê çileyê de civiya, di heman rojê de Komîsyona Amadekar hate avakirin, ev komîsyon ji bo fezlekeyê civiya û lez dan pêvajoya rakirina destnedayînê. Pêvajoya ku parlamenterên HDP’î bertek nîşan dan dê piştî hevdîtina li Lijneya Giştî jî bi dawî bibe. Tê payîn ku fezleke û raporên ji bo rakirina destnedayînê dê hefteya pêşiya me li Lijneya Giştî bên nîqaşkirin. Piştî nîqaşan dê dengdayîn çêbibe û encama biryara destnedayînê zelal bibe.   Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û ji endamên komîsyonê parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiçiç Koçyîgît derheqê mijarê de ji ajansa me re axivîn.    'NÎŞANEYA NÊZIKATIYA LI DIJÎ PIRSGIRÊKA KURD E’   Ayşe Acar Başaran da zanîn ku di pişperdeya lezdayîna pêvajoya rakirina destnedayînê de nêzikatiya dijminane ya li hemberî kurdan heye û wiha got: “Lînca ku di şexsê parlamenterên jin de tê meşandin, nîşaneya polîtîkaya dijminane ya li dijî jinan e. Hevalên me yên jin beriya niha jî rastî êrişên wiha hatin û bûn hedefa êrişên zayendperest. Li şûna ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin, hewl didin bi polîtîkaya înkar, pişaftin û ewlekariyê xwe bigihînin encamê. Wêneyên ku Semra Guzel jê tê darizandin jî, wêneyê pirsgirêka kurd e. Bi salên dûvdirêje di neçareseriyê de israr dikin û darazê wek çûyek bi kar tînin.”    ‘JINÊN KURD HEDEF TÊN GIRTIN’   Başaran diyar kir ku di esasê xwe de jinên kurd hedef tên girtin û wiha domand: “Di pirsgirêka kurd de yên herî zêde li ber xwe didin jin in. Li hêlekî têkoşîna nasnameya xwe didin û li hêla din jî li dijî zayendperestiyê têdikoşe. Pêşengên têkoşîna demokrasî û aştiyê ne. Lewma jî hedef tên girtin. Ji dîrokê ve ye her tim ji ewil jin tên hedefgirtin. Îktîdar jî xwedî heman perspektîfê ye. Bi berxwedan jinê re civak jî tikeve rêya berxwedanê. Jin, bi azadiya xwe re civakê jî azad dike. Lewma dibe hedefa êrişan. Lê dê tu carî bi ser nekevin.”   HELWESTA MUXALEFETÊ   Di berdewamê de Başaran destnîşan kir ku dê di têkoşîna xwe de paşde gav neavêjin û wiha pê de çû: “Lê em baş dizanîn ku dê ev zehmetiye, bi xwe re pêşerojeke azad bînin. Divê neyê jibîrkirin ku siyaseteke ku kurdan hîs neke, wan fêm neke û ji rastiya civaka wan dûr dê tu carî li vê erdnîgariyê nekare serkeftî be. Ne îktîdar û ne jî muxalefet qet di ferqa şikestinên di kurdan de nînin. Hewl didin pirsgirêka kurd terkî eywanên dadgehê bikin. Muxalefeteke ku di mijareke wiha de nikare helwestekî nîşan bide, gelo dê di çareserkirina pirsgirêkên micid de çawa biêrek tevbigere?”    ‘EM Ê TESLÎM NEBIN’   Têkildarî mijarê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî rakirina destnedayîna Guzel weke parçeyeke operasyona derhiqûqî, neheqî û siyasî nirxand û wiha derbirî: “Xefikeke dewlet, daraz û îktîdara siyasî ye. Ji bilî HDP’ê, hemû partiyên muxalîf jî piştgirî dan vê operasyonê. Ev jî nîşan dide ku dema mijar bû kurd, hemû wekî hev tevdigerin. Em dizanin AKP çi ye lê helwesta muxalefetê balkêş bû. AKP, hewl dide bi operasyonên qirkirinê, girtin û rakirina destnedayînan me bêzar bike. Lê em serê xwe li ber natewînin, teslîm nabin û li dijî vê têdikoşîn.”    ‘HIQÛQ WEKE AMÛREK TÊ BIKARANÎN’   Koçyîgît her dawî jî ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya rakirina destnedayînên sala 2016’an de jî muxalefet bi heman awayî tevgeriya. Diviya bû bo xwe ji vê pêvajoyê ders bigirtina. Lê dîsa bi heman awayî tevgeriyan. Muxalîfên ku dixwazin bibin desthilatdar, di serdemeke ku hiqûq weke amûrek tê bikaranîn de dibêje ‘bila li pêşberî hiqûqê bê darizandin.’ Tu eleqeya vê nêzikatiyê bi demokrasî û hiqûqa gerdûnî re nîne. Bi vê helweste Tirkiye ne demokratîk dibe û ne jî welêt bi ser xwe ve tê. Ya ku em di şexsê Semra Guzel de nîqaş dikin jî, encamên pirsgirêka kurd e. Em neçarin ku sedem û çareseriyê nîqaş bikin. Yên ku li gorî daxwazên AKP’ê tevdigerin nikarin qala demokrasî, wekhevî û azadiyê bikin.”    MA / Bêrîvan Altan