Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket 2022-02-18 14:10:04   AMED - Di doza kujerên Hamdiye Şik û lawê wê Kadîr Karaaslan de ji ber serokê dadgehê beşdar nebû, biryar derneket.    Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi tevî 5 kurê xwe ve êrişî hevjîna xwe ya bi mehra mele Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û kurên wî hatibû vekirin. Danişîna doza ku 4 jê girtî ne û 7 kes jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dozger dîsa xwest ku kujer werin darizandin.    Parêzer û ferdên malbatê beşdarî danişînê bûn. Kujerên berdayî ji dadgeha Bismilê û bersûcên girtî jî ji girtîgeha Amedêbi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Dadgehê destûr neda rojnamevan dozê bişopînin. Serokê esil ê dagehê ji ber problemên xwe yên tenduristiyê beşdarî dozê nebû. Ji ber vê yekê di dozê de biryar derneket û taloqî 18’ê adarê hat kirin.