Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin 2022-02-18 14:20:49   STENBOL - Dema binçavkirinê ya 12 kesên li Stenbolê hatibûn girtin, hate dirêjkirin.    Dema binçavkirinê ya 12 welatiyên li Stenbolê di 14’ê sibatê de hatine binçavkirin, 4 rojên din hate dirêjkirin. Hat zanîn ku ji bo dosyayên wan biryara nepeniyê hatiye dayîn lewma nayê zanîn bê ka bi sedemê tên darizandin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Rêveberên HDP’a Esenyurt a Stenbolê Taner Karadaş, Mûrat Turgut, Çayan Yilmaz, Metîn Burukanli, Kiyasettîn Kurt, Selamî Yaman, Abdullah Arinan, hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Esîn Çelîk, rojnameger Vîldan Atmaca û Îsmaîl Çelîk û welatiyên bi navên Îbrahîm Erol û Suleyman Erzengîn.”