Rojnamevan Turfent bi koronayê ket 2022-02-18 16:03:51   WAN - Hat diyarkirin ku testa Kovîd-19’ê ya rojnamevan Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, pozîtîf derketiye.    Hat diyarkirin ku testa Kovîd’19’ê ya Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, pozîtîf derketiye. Rayedarên girtîgehê ku serê sibê li malbatê geriyan, ragihandin ku testa Turfent pozîtîf derketiye û di karantînayê de tê ragirtin.