Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn 2022-02-18 16:05:52   RIHA - Welatiyê bi navê Soner Çîçek ku di Komkujiya Pirsûsê de bi saxî xelas bûbû, beşdarî danişîna bersûcên firarî bû. Çîçek ku yekemîn care beşdarî dozê dibe, wiha got: “Dema em diketin navenda çandê, polîsan gelek carn li ser me lêgerîn dikirin. Lê belê kujer bi rehetî kete hundir û komkujî kir. Di dema komkujiyê de tu polîs li wir nebûn.”    Xwekujekî DAIŞ’î di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de li ber deriyê Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê, xwe di nava ciwanên ku dixwestin ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin de teqand. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Danişîna yekemîn a doza bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Di danişînê de li gel malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin, her wiha parêzerên wan, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Alîkara Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.   Di danişînê de parêzeran xwest ku danişîn bideng bê qeydkirin. Lê belê bi hinceta ku cîhazê qeydkirina deng a li eywanê xerab bûye, ev daxwaz nehat bicihanîn. Doz, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    ‘POLÎSAN RÊ LI ME GIRT’   Yek ji gilîkeran Soner Çîçek di danişînê de axivî û wiha got: “Di êrişê de bi sax û silametî xelas bûm lê di hêla derûnî de birîndar bûm. Heta niha di girtîgehê de bûm û nû hatim berdan. Ragihanname ji min re hat ku di dozê de cih digirim lê tevî vê jî ez neanîm danişînan. Di roja êrişê de heke neçûma çayê, dibe ku niha li vir nebûma. Dema derbasî navenda çandê dibûm, polîsan gelek caran li ser min lêgerîn kirin. Lê kujer bi rehetî kete navendê û komkujî kir. Me xwest birîndaran bigihînin nexweşxaneyê lê polîsan bi bombeyên xazê êrişî me kir. Rê li ber me girtin. Em neçar man ku li wesayîtên wan bixin û wisa derbas bibin. Hinek kesan ji ber wê rêgirtina wan jiyana xwe ji dest dan. Kesekê ku ji hêla gel ve hatibû girtin, hate berdan. Di dema komkujiyê de jî tu polîsek li wir nebû. Lê piştre ew der tije kirin. Dema van tiştan difikirim, digihijim wê qenaetê ku kujerên vê komkujiyê hatine parastin.”    DAXWAZA TEVLIBÛNÊ YA SGDF’Ê   Piştre jî Hevserokê Giştî yê SGDF’ê Okan Danaci xwest ku li ser navê federasyonê beşdarî danişînê bibe û ev tişt anî ziman: “Xebata avakirina Kobanê, bi pêşengtiya federasyona me dihatin kirin. Gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar bûn û hinek jî hatin girtin. Em, aliyekî vê dozê ne. Lewma daxwaza me ew e ku daxilî vê dozê bibin. Gelek komkujiyên din ên mîna Pirsûsê hatin kirin. Lewma divê ev komkujî bi taybet bên vekolandin. Heke darizandineke adilane neyê kirin, dê hêj gelek komkujî pêk bên.”    'PARÇEYEKE VÊ KOMKUJIYÊ JÎ DEWLET E’   Alîkara Hevserokê Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku mîna komkujiyên Gara Enqereyê, Amed, Dîlok û Stenbolê, haya dewletê ji vê komkujiyê jî hebû lê pêşî lê nehatiye girtin. Taşkiran diyar kir ku dê destûrê nedin ku bi ser vê dozê de bê girtin. Xwîşka Ugur Ok ê di komkujiyê de birîndar bûyî Satiye Ok jî destnîşan kir ku heta niha jî darizandineke baş nehatiye kirin.    POLÎS JI EYWANÊ HATIN DERXISTIN   Di danişînê de şandeya dadgehê biryar da ku kesên dozê dişopînin ji eywanê bên derxistin. Parêzeran jî diyar kir ku ji bo darizandineke adilane, divê polîs ji eywanê bên derxistin. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Di danişînê de bavê Ugur Ozkan ê di komkujiyê de hatibû qetilkirin, Mehmet Ozkan jî axivî û wiha got: “Daxwaza me ya ji dadgehê edalet e. Di şandeyê de du dayik hene û ew niha êşa me fêm dikin. Di her danişînê de polîsan tînin vir û me ditirsînin.” Li ser vê axaftinê, şandeya dadgehê pirsa “we ditirsînin?” kir û li ser bersiva “erê” jî, şandeya dadgehê polîs ji eywanê derxistin. Ozkan bi domdarî jî da zanîn ku Îlhamî Balli li Tirkiyeyê ye û heke dewlet bixwaze dikare bigire.    Di danişînî de her wiha hevjîna Cemîl Yildiz ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Sûltan Yildiz, bavê Çagdaş Aydin ê ku jiyana xwe ji dest dabû Fethî Aydin û keça Îsmet Şeker ku jiyana xwe ji dest dabû Dîlek Şeker jî axivîn. Di axaftinên xwe de malbatan bertek nîşanî negirtina bersûcan dan û xwestin ku edalet pêk bê.    Ji parêzerên malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku di dosyayê de rêzeîhmal hene û li şûna ku rêxistineke organîzeyî bê darizandin, tenê 3 kes tên darizandin. Parêzer Rûken Gulagaca jî ji şandeya dadgehê xwest ku vê dosyayê weke dosyaya komkujiyê lêkolîn bikin û da zanîn ku daxwaza wan a herî mezin, edalet e.    DAXWAZÊN PARÊZERAN    Parêzer Serdil Îzol bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û daxwazên parêzeran wiha parve kir: “Em dixwazin ku Davutoglu bê guhdarîkirin. Wezareta Karên Hundir di 12’ê çileya 2021’an de bi ser navê ‘Terorîstê DAIŞ’î yê ku teqemeniyên êrişên Sultanahmet û Pirsûsê amade kirîn, hatin girtin.’ Di vê daxuyaniyê de qala Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahir el Aggal dihat kirin lê ev kes daxilî dosyayê nehatine kirin. Em dixwazin Suleyman el Aggal bê guhdarkirin. Omer Yeteg têkildarî Komkujiya Gara Enqereyê axivî bû û em dixwazin tevî vê dosyayê bê kirin. Ji ber ku derheqê Pirsûsê de jî axivî ye. Em dixwazin ku hevjînên Balî û Buyukçelekbî bînin dadgehê û bên guhdarkirin. 5 saetên dema komkujiyê winda ne. Em dixwazin derheqê vê mijarê de lêkolîn bê kirin û derheqê kesên ev qeyd jêbirîn de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Em dixwazin ku kesên di qeydên HTS’ê de diyar bû ku bi Şeyh Abdurrahman Alagoz re zêde peywendî danîne, bên lêkolînkirin. Em dixwazin ku dadgeh ji bo Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî wek kesên sûcê li dijî mirovahiyê kirine bên darizandin. Em dixwazin ku hevjîna berpirsyarê DAIŞ’ê yê Semsûrê Mûstafa Dokumaci û perwerdekarê xwekujan Ulkar Mammadova li vir bên guhdarkirin. Îfadeyên Kasim Guler ên derheqê komkujiyê de hene û em dixwazin weke şahid bê guhdarkirin. Em dixwazin ku Îbrahîm Halîl Yoldaş û Ahmet Guneş ku têkiliya wan bi Alagoz re heye jî weke şahid bên guhdarkirin. Yek ji daxwaza me ew e ku derheqê bersûcên firarî de ji merciyên eleqedar re nivîs bê şandin bê ka derheqê bersûcan de geşedanên nû hene yan na. Di heman demê de em dixwazin ku hucreya DAIŞ’ê ya Dîlokê bê vekolandin û têkiliya wan a bi Komkujiya Pirsûsê re bê zelalkirin.”    Şandeya dadgehê, saetek navber da danişînê.