Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin 2022-02-18 16:57:14   RIHA - Di danişîna doza Komkujiya Pirsûsê de ku bersûcên firarî tên darizandin de parêzeran xwest ku serokwezîrê dema berê Ahmet Davutoglu bê guhdarîkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku ev daxwaz bê nirxandin.    Danişîna yekemîn a doza bersûcên Doza Komkujiya Pirsûsê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî  Balî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Piştî navbera hatiye dayîn, danişîn bi daxwazên parêzeran berdewam kir.    Ji parêzeran Eyûp Sabrî Unîvar diyar kir ku yek ji kesên êrişkar organîze kirî jî Mûstafa Dokumaci ye û xwest ku daxilî dosyayê bê kirin. Parêzer Bulent Duran jî da zanîn ku gelek komkujiyên hatine kirin li Dîlokê hatine plankirin û xwest ku Baroya Dîlokê jî beşdarî dozê bibe. Duran, her wiha xwest ku Davutoglu jî bê darizandin. Di heman demê de parêzer Serdar Tum û Gokkan Dayik jî xwestin ku Baroya Rihayê beşdarî dozê bibe.    DAXWAZA JI BO DAVUTOGLU DÊ WERE NIRXANDIN   Piştî navbereke kin, şandeya dadgehê qebûl kir ku ESP û SGDF jî beşdarî dosyayê bibe. Şandeyê her wiha biryar da ku daxwaza beşdariya Davutoglu dê ji bo danişîna din bê hiştin, hevjînên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî weke şahid bên guhdarîkirin û ji Wezareta Edaletê xwest ku lêpirsîn û lêkolînên derheqê DAIŞ’ê de pêşkeşî dadgehê bên kirin. Di heman demê de daxwazên parêzeran jî dê di danişîna din de bên nirxandin. Şandeya dadgehê da zanîn ku dê danişînên dozê yên din li Kampûsa Girtîgeha Hîlvanê bên dîtin û danişîn taloqî 1’ê hezîranê kir.