28 xwendekar jehrî bûn 2022-02-18 20:13:04       MÛGLA - Li Mûglayê 28 xwendekarên dibistaneke navîn ji ber xwarinê jehrî bûn. Xwendekaran rakirin nexweşxaneyê.    Li navçeya Yatagan a Mûglayê xwendekarên ji kantîna dibistaneke navîn donera mirîşakn stendin û xwarin, jehrî bûn. 28 xwendekarên jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê.    57 xwendekarên Dibistana Navîn a Şehît Gungor a Yataganê danê nîvro ji kantînê doner stendin. Piştî xwarina donerê ji 57 xwendekaran mahdê 28 xwendekaran xeliya û navêşî bûn. Piştî vê ambulans sewqî dibistanê hatin kirin.   Xwendekaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yataganê. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Yataganê jî ji donera li kantînê hat firotin nimûne girtin ji bo vekolînê.