DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax' 2022-02-19 09:14:37   AMED - Li Bismilê li dikandar Hamdûllah Canê ku saeta wî ya ceryanê xerabe ye, bi hinceta "ceryana qaçax" 20 hezar TL ceza hatiye birîn.    Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navçeya Bismil a Amedê, di Tebaxa 2021'ê de fatûreyeke vala li dikana dikandar Hamdûllah Can biriye. Can jî bi hinceta ku saeta wî ya ceryanê xera be ye serî li DEDAŞ'ê daye. Rayedaran jê re gotiye, "mesele di pergalê de ye" û dê di meha Îlonê de meseleyê çareser bikin. Lê di meha Îlonê de tu fatûre ji Can re nehatine. Ji ber vê Can telefonî 186'an kiriye. Paşê peyama "Daxwaza te hat tomarkirin. Çi hewce bê de bê kirin" ji Can re hatiye şandin. Di meha Cotmehê de jî fatûre ji Can re nehatiye. Lê di meha Mijdarê de bi hinceta "ceryana qaçax" 20 hezar TL li Can hatiye birîn. Can jî îtiraz kiriye. Piştî îtiraza wî hatiye redkirin vê carê serî li dadgehê daye.      BI PEYAMÊ JÊ RE ŞANDIN   Can, destnîşan kir ku ji ber ku saeta ceryanê ya elektronîk ya ku DEDAŞ’ li dikana wî xistiye xerabe bûye ceza lê hatiye birîn. Can, bilêv kir ku ew her meh heqê fatûreyan bi rêk û pêk dide. Can, anî ziman ku 4 mehan li aqûbeta fatûreyan pirsiye û got: "Dikaneka min a biçûk heye. Her meh gava fatûre nedihat min li aqûbeta wê dipirsî. Gava min dipirsî tim berê min didan cihekî. Ez hê li benda fatûreyê bûm, min dît ceza hat. Bêyî min çûne dîmena saeta min a ceryanê girtine. Nebûna ekrana saetê ji xwe re kirine hinceta qaçaxê. Ceza bi peyamê şandin. 20 hezar TL. Min îtiraz kir. MIn got, we saet li wir xistiye û kêmasî hebe ya we ye. Lê îtiraza min qebûl nekirin. Di meha 8'an de pergala DEDAŞ'ê xera bû. Ev dibe ku ji ber wê arizeyê be jî. Delîlek wan a ji bo ceryana qaçax tune ye. Û ji xwe tiştekî wiha jî tune ye."    FATÛRE PIŞTÎ CEZA HAT   Dikandar Can, ragihand ku piştî ceza fatûreyeke bi 2 hezar û 327 TL jê re hatiye û got: "Piştî 4 mehan fatûre hat, ew jî piştî ceza. Bi mehan min da dû fatûreyê, nebirîn. Lê rabûn bi hinceta qaçaxê ceza li min birîn û paşê jî fatûre şandin. Madem qaçax e, nexwe ev fatûre çi ye?"    Can, bilêv kir ku ji ber krîza aborî jixwe nikare debara xwe bike û got: "Ez zewicandî me û 4 zarokên min hene. Xaniyê min û ev dikan bi kirê ne. Lê DEDAŞ li gor dilê xwe ceza dibire. Îtirazan jî qebûl nake. Êdî bes e, ev şêlandin e."    Têkildarî mijarê em li ŞEftiya DEDAŞ'ê geriyan, lê gotin rayedar ne li vir in û pirsên me nebersivandin.    MA / Fethî Balaman