Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin 2022-02-19 10:01:44 ÎZMÎR - Mezopotamya û Anatoliyê ji şarastaniyên cuda re mazûvaniyê kiriye û li ser van her du erdnîgariyan ji ber sepandina asîmîlasyonê Tirkiye veguherî goristana zimanan. Gelên ku li Tirkiyê dijîn xwestin zextên li ser ziman bi dawî bibin û mafên xwe yên perwerdehiya bi zimanê zikmakî xwestin.    Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Di vê rojê de ji bo balê bikişînin ser zimanên zikmakî yên li cîhanê û teşwîqkirina axaftin û nivîsandina zimanan gelek çalakî tên lidarxistin. Lê belê zextên netew-dewletan ên li ser zimanên zikmakî û têgihîştina “yekperest” beşeke girîng a zimanan bi windabûnê re rûbirû hişt. Li gorî zimanzanan, dema ku ji hebûna mirovahiyê heta niha derdora 30 hezar zimanên cuda hatine axaftin, heta roja îro tenê 7 hezar ziman mane. Lê di nav wan de, nêzî 2 hezar ziman bi xetereya windabûnê re rûbirû mane.      GORISTANA ZIMANAN    Li gorî UNESCO’yê li Tirkiyeyê di jiyana rojane de 36 zimanên cuda tên axaftin, ji van zimanan 18 ziman li ber winda bûnê ne û 3 ziman jî winda bûne. Di encama polîtîkayên asîmîlasyonê de êdî Ubîxî, Mlahso û Yewnaniya Kapadokyayê qet nayên axaftin. Hertevîn li ber windabûnê ye. Romanî, Ermeniya Rojavayî, Hemşînî, Lazî, Yewnaniya Pontîk, Abazinî, Suretî, Kirmanckî û Çerkesî jî zimanên ku bi xetereya windabûnê re rûbirû mane.    Tirkiye di warê zimanê zikmakî de yek ji welatên herî paşdemayî ye, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşguh dike. Tirkiye bi xalên perwerdehiya bi zimanê zikmakî Peymana Mafên Zarokan a di sala 1989’an de îmze kir. Li Tirkiyeyê zimanên zikmakî wek dersa hilbijartî ji pola 5’emîn dest pê dike. Lê belê ji ber ku hilbijartina dersan ji xwendekaran re nayê hiştin û di vî warî de têne rêve kirin, ev qurs bi zehmetî li her deverê nayên kirin. Yewnaniya Pontîk û Hemşîn jî di lîsteya dersên hilbijartî de cih nagirin.   Em bi gelên ku li Tirkiyeyê zimanên wan bi xetereya windabûnê re rûbirû mane re, li ser polîtîka û girîngiya zimanê wan ê zikmakî axivîn.    PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAF E    Turgut Aydin ê çerkez diyar kir ku zimanên zikmakî di encama tecrubeyên hezar salan de ava bûne. Aydin da zanîn ku ev kombûn hemû hêmanên weke çand, huner û folklora gelan pêk tîne û got: “Heke hûn vî zimanî tune bikin, hûn ê çandek, neteweyekê jî tune bikin. Di vê wateyê de parastina zimanê dayikê, pêşxistin û veguhestina zimanê dayikê ji bo nifşên pêşerojê girîng e. Hebûna gelan dewlemendî ye. Divê weke veqetandin neyê dîtin. Ya ku divê dewlet bikin parastina van zimanan e. Ji aliyê zanistî ve zarok an jî mirov bi zimanê xwe yê zikmakî difikire. Ji bo ku mirov di hemû xebatên xwe de berhemdar be, divê bi zimanê xwe yê zikmakî tevbigere. Hûn bi şev bi zimanê dayikê xewnan dibînin. Di vî warî de mirov nikarin bi mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê perwerde bibe, hûn zarok neçar dikin ku bi zimanekî din bihizirin. Zarok nikare bi zimanekî ku jê haydar be berhemdar be. Divê di navbera xwendekar û yê ku dersê dide de têkilî hebe. Wekî din dê perwerde pêk neyê."   ‘JI BER PIŞAFTINÊ ÇERKEZÎ HATIYE JIBÎRKIRIN’   Aydin anî ziman ku li Tirkiyeyê nêzî 5 milyon çerkez hene, lê piraniya wan bi zimanê xwe nizanin û heke zimanek nebe zimanê nivîskî, mehkûmî tunebûnê ye. Aydin da zanîn ku di encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê de çerkezan zimanê xwe ji bîr kirine û got: “Ji bo zarokên çerkezan di nava xwe de bi çerkezî neaxivin, hewldan hatin dayîn. Li ser rêya dibistanên me neçarî hiştin ku em zimanê xwe veşêrin û em bêjin em çerkez in. Dû re min fêm kir ku ew şerm e û ne tiştek veşartî ye. Ez roja zimanê dayikê li hemû gelan pîroz dikim. Di têkoşîna gelan a ji bo zindîkirina zimanê zikmakî de serkeftinê dixwazim."   ASÎMÎLASYON    Sema Nûr Ozkan a çerkez jî da xuyakirin ku li gorî UNESCO'yê zimanê çerkezî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye. Ozkan diyar kir ku polîtîkayên avakirina neteweya tikr û komkirin û hilweşandina hemû civakên din ên etnîkî-netewe-olî yên di bin vê nasnameyê de li Tirkiyeyê tên meşandin û got: “Bi taybetî bêqîmetkirina zimanê dayikê yê zarokan weke parçeyek ji nasname û kesayeta wan e. Ew ne tenê bandoreke neyînî li bawerî û xwebaweriya wan dike, di heman demê de newekheviyên heyî jî kûrtir dike. Hemû zimanan para xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan li Komara Tirkiyeyê tên meşandin girt. Lê em wek çerkez yek ji gelên ku hem ji jiyana xwe ya belawela ya li Tirkiyeyê û hem jî ji bandora bajarvaniyê herî zêde mexdûr bûne ne. Mixabin hejmara nifşên me yên nû yên ku bi çerkezî diaxivin pir kêm in.”   JI BO LAZÎ TÊKOŞÎN    Mustafa Bekaroglû yê laz jî anî ziman ku mirov dikare hest û ramanên xwe bi zimanê zikmakî ê herî xweş û tîrbûyî bîne ziman û got, "Ziman çiqas zêde were axaftin, pirçandîbûn ewqasî zêde dibe. Sedema ku di nava dewletê de bi yek zimanî bê axaftin, weke destwerdana îradeya azad a gelên din tê dîtin. Ev asîmîlasyon e. Di salên dibistana seretayî de mamosteyê me axaftina lazî li me qedexe kir. Di wê demê de têkoşîna li dijî şaxên zimanê lazî hat avakirin. Ji ber ku em bi zimanê lazî diaxivîn gelek caran li me didan û me polê diavêtin. Lê ji ber ku me nikaribû bi tevayî tirkî îfade bikin, me her tim di nav xwe de bi lazî dipeyivî. Me bi dê û bavê xwe re bi lazî dipeyivî.”    CIWAN BI LAZÎ NIZANIN    Bekaroglû diyar kir ku di encama van qedexeyan de zimanê lazî di nava zarokan de nayê axaftin û wiha got: “Derdoreke wisa hatiye afirandin ku em ji hawîrdora ku zimanê lazî lê tê axaftin dûr ketine. Di encamê de zarokên me lazî nizanin. Wan jî dixwest hîn bibin, lê diviyabû ku wek fêrbûna zimanekî biyanî hewl bidin. Yên bi lazî diaxivin tenê zarokên li wê herêmê dijîn. Ew jî zimanê lazî bi hemû hûrgiliyên xwe nizanin. Zimanê lazî û tirkî li nava hev ketiye. Divê mafê perwerdehiyê bi hemû zimanên ku li Tirkiyeyê hene bê dayîn. Bi, taybetî Her wiha divê dawî li polîtîkayên zextê yên li ser zimanê kurdî bê anîn. Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe stranên xwe bistirê û bêje û hemû ziman wekhev bên dîtin.”    JI BER HEMŞÎNÎ ZEXT LI WAN HATINE KIRIN    Huseyîn Hebîb Taşkin ê hemşîn jî diyar kir ku ew qet bi zimanê hemşînî nizanin û kêmasiya wî heye. Taşkin anî ziman ku ji bo dewletê şerm e ku zimanê xwe yê zikmakî nizane û wiha got: “Mamosteyên herêma Hemşînê zextê li zarokên ku hemşînî diaxivîn dikirin. Ji ber em bi zimanê xwe diaxivîn, mamosteyan li me dida. Ev bû sedema hilweşandina çandê. Ev ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Li Tirkiyeyê berhemên ermenî, lazî, hemşînî û kurdî hene. Ma em dikarin wan înkar bikin? Ziman û dewlet nayên tunekirin. Fikara 'bi zimanekî din nepeyivin' heye. Netirse. Ziman dewlemendî ne. Mînak li Ewrûpa û Hindistanê gelek ziman têne axaftin. Em nikarin bi asîmîlasyonê mirovan tune bikin. Ev kes li vî welatî hene.”    Taşkin anî ziman ku divê hemû gel li hev bicivin û ji bo perwerdehî û fermîbûna zimanê zikmakî israr bikin û got: “Li Tirkiyeyê lîseyên elmanî û îtalî hene. Çima yên me nebin. Asîmîlasyon berdewam dike. Lê em ê bi hev re vê yekê derbas bikin. Werin em her roj bikin roja zimanê zikmakî. Bila ji zimanên cuda netirsin. Em hemû mirov in, bila zimanê me azad bibe.”   ZIMAN KOKA MIROV E    Zaruhi Kervancioglu Barka yê ermenî jî destnîşan kir ku mirov bi saya zimanê xwe yê zikmakî dikare bi rabirdû û efsaneyên xwe ve girê bide. Barka wiha got: “Neaxivîna bi zimanê xwe yê dayikê travmayên mezin derdixe holê. Ji ber ku nikare xwe nas bike. Zehmet e ku bi rabirdû û çanda xwe ve girêdayî be. Ziman tê wateya îfadekirina xwe. Dema ku hûn ji wê qut bibin, hûn di valahiyê de dimînin, koka meriv tune dibe. Mîna dara ku koka xwe li binê axê ango reh berde, jiyana bi zimanê zikmakî jî wisa ye û jiyan biz iman dest pê dike.”    REWŞA ERMENÎKΠ   Barka bal kişand ku rewşa zimanê ermenîkî ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Tevî ku dibistanên ermenî hene jî lê hejmara dersên bi ermenî gelekî kêm e. Ev ders ji aliyê cîgirên midûrên tirk ve li dibistanên ermenîkî tên astengkirin. Ders di hefteyê de daxistine 2 rojan. Ew jî 2 saet e. Heke ez biçim dibistaneke ermenî, ez dixwazim hemû dersan bi zimanê ermenî bibînim. Wekî din ew ê tu wateya xwe nebe. Niha ermenîkî bûye dersa hilbijartî. Dîsa di serdema me de zext hebûn. Mînak ji ber ku em di dibistana seretayî û navîn de bi ermenîkî diaxivîn li dijî me şîdet dihat kirin. An jî dema hûn ji lîseya ermenîkî derketina biçûna zanîngehekê ketina meriv dihat astengkirin. Ev yek di hinekan de bû sedema qebûlkirinê û li hinekan jî bertek hat nîşandan. Ji ber ku ev yek li zora min çû û li min bû eks ez zû fêrî ermenîkî bûm.”    DAXWAZA ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ    Barka anî ziman ku tenê ji ber zimanê bav û kalên wî fêrî ermenî bûye û wiha got: “Lê dema ez çûm Îngîlistanê min dît ku ev yek çiqas girîng e. Bi ermenîkî min bi ermeniyên Îranî, Iraqî re bi zimanê zikmakî têkilî danî. Min bi ermeniyên welatên ku min nas nedikir re bi ermenî axivî û min dît ku pir tê axaftin. Ji bo vê jî divê hemû ziman bên parastin. Ziman çanda hevpar e. Divê ziman bên parastin da ku em ji hev baştir fam bikin. Pêwîst e hemû ziman bibin zimanê perwerdehiyê."   MA / Tolga Guney