Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma 2022-02-19 11:01:55   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne vê peyamê belav kir: “Ya wê dengê me bibihîzin an jî wê biçin. Ji rojên xweş re hindik ma."    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 348’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye Emîne Şenyaşar li mala xwe nobedê didomîne û Ferît Şenyaşar jî ji bo xelata Malên Gel diyarî wan kiribû, werbigire çû Stenbolê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê belav kir: “Ya wê dengê me bibihîzin an jî wê biçin. Dawiya her tiştekî heye, em ê baweriya xwe biparêzin. Têkoşîna me wê edaletê bîne. Ji rojên xweş re hindik ma."