'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye' 2022-02-19 11:07:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka Perwerdehiyê ya Mexmûrê Berîvan Kaya, diyar kir ku Wargeha Mexmûrê ji  parçeyên din Kurdistanê re dibe bingehê perwerdehiyê û ev tişt got: "Hem ji aliyê mufredatê ve û hem jî ji aliyê pirtûkan ve bingeh hatiye avakirin.    Di salên 1990'an de li bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayeke tund li dijî kurdan meşand û cerdevanî li wan ferz kir. Di encama vê polîtîkaya tundiyê û ferzkirina cerdevaniyê de li Şirnex, Sertê û Colemêrgê bi hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn û berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Ev welatî piştî ku derbasî Başûr bûn li çend wargehan geriyan. Herî dawî di sala 1998'an de Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 100 kîlometre dûrî bajarê Hewlerê ye bi cih bûn. Welatiyên ku ji ber zilma dewleta tirk terka cih û warên xwe kirin, li Wargeha Mexmûrê jî rehet nehatin berdan. Ji roja ku li vê wargehê bi cih bûne û heta beriya çend rojan jî ji aliyê Artêşa Tirk ve li dijî wan êrişên hewayî pêk hatin. Di van êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî astengdar mane.    BI DERFETÊN XWE PERWERDE DIBÎNIN   Weke ku ev êrişên Tirkiyeyê ne bes bin ji sala 2019'an ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî ambargo daniye ser wargehê û liv û tevgera niştecihên wargehê bi sînor kiriye. Rexmî van êrişên Tirkiyeyê û astengiyên ku ji aliyê PDK'ê ve ji wan re tên derxistin jî niştecihên wargehê xwe bi rêxistin kirine. Ji roja ku hatiye avakirin ve wargeha girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Lê NY jî berpirsyariyên xwe bi cih nayne. Niştecihên wargehê bi derfetên xwe mecliseke ava kirine. Xebatên perwerdehiyê ji aliyê vê meclisê ve tên meşandin. Dibistan hatine vekirin û bi hezaran xwendekar ji van dibistanan hatine derçûnkirin.    Hevberdevka Perwerdehiyê ya Wargeha Mexmûrê Mamosteya Zimanê Kurdî Berîvan Kaya, derbarê pergala perwerdehiyê ya wargehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û nirxandinan kir.    Mamoste Kaya ku 9 sal in di xebatên perwerdeyê yên wargehê de cih digire, diyar kir ku li wargehê hejmara xwendekaran gihiştiye asteke bilind û derbarê hejmara dibistan, xwendekar û mamosteyan de ev agahiyên teknîkî da: "Li wargehê ji dibistanên seretayî heta lîseyê bi giştî 11 dibistanên me hene û li van dibistanan bi dehan mamoste perwerde didin. Li dibistanan bi giştî 3 hezar û 400 xwendekar perwerde dibînin. Lê ji ber ku hejmara mamosteyên me kêm in, em hinek zehmetî dikişînîn. Her mamoste heftê herî kêm 20 seatan wane dide."   FÊRÎ XWENASKIRINÊ DIBIN   Piştî van agahiyên teknîkî Kaya, li ser perwerdeya ku didin rawestiya û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Ji ber ku perwerde bi zimanê zikmakî ye li pêşdibistinan di waneyan de zehmetî çênabe. Lê dema derbasî dibistanên seretayî dibe ji aliyê fêrbûna ziman û  naskirina ziman de zehmetî çêdibin. Perwerdehiya zimanê kurdî ji asta yekemîn dest pê dike heta aste seyemîn didome. Xwendekar di asta sêyemîn de fêrî xwenaskirin, xwendin û nivîsandinê dibin. Dema ku derbasî asta çaremîn dibin jî pergala ezmûnan dibînin.  Êdî pirtûkên bîrkarî, ziman, zanyarî, zanistiya civakî û waneyê zimanê Îngîlîzî yê biyanî dibînin. Piştî ku asta 5'emîn derbas kirin êdî derbasî dibistana navîn dibin."    PERGALA DIBISTANÊN NAVÎN   Kaya, diyar kir ku li dibistanên navîn jî sê ref hene û ev agahî dan: "Piştî navîna sêyemîn bi dawî dibe derbasî amadehiyê dibin. Me di mûfredeta xwe ya perwerdehiyê de erebî lê zêde kir. Ev wane jî di navîna seyemîn de destpê dike. Xwendekarên ku navîn sê qedandin derbasî amadekariyê dibin. Di vê astê de jî zanistiyê bi  awayeke berfirehtir digirin dest. Amadekarî jî heta asta çaremîne. Di vê astê de jî ji waneyên zimanê kurdî heta ya îngîlîzî hene. Her xwendekarek li gorî daxwaza xwe dikare beşên xwe hilbijêre. Xwendekar xwe di kîjan beşê de serkeftî bibîne tercîha xwe bî wî awayî dike. Di beşa wêjeyî û jimarî de ku di asta amadekarî ya duduyan de ye, wane ji hevdû tên cudakirin. Em bibêjin di beşê wan de felsefe, wêje û dîrok li ser zêde dibe. Di heman demê de di her dû beşan de jî waneya ekolojiyê tnê dayîn. Her wiha dîroka jinê di her dû beşan de tê dayin.  Waneyên me yên bingehin ev in. Em dema ku derbasî amadekariya sê dibin waneyan soranî didin. Di heman demê de jî waneya Jîneolojiyê jî didin. Dema ku em derbasî amadekariya 4 jî dibin waneyên me yên bingehin ku di asta bîrdozî de tê dayin."    PEYMANGEH Û HÊVÎ   Di berdewamê de Kaya, da zanîn ku ew di nav hewldanan de ne ku dibistanên nû ava bikin û wiha pêde çû: "Di wargehê de asta xwendinê ya jor peymangeh e. Xwendekarên ku zanko qedandine û branşên wan hene bixwazin dikarin di peymangehê de perwerdehiya xwenaskirin û xwe vegerandinê bibînin. Perwerdehiya vê  jî salek didome. Kesên ku pergala perwerdehiyê nas dikin ji wan re salek tê dayîn. Kesên ku amadekarî qedandî û zanko nexwendin jî 2 salan perwerdehiyê dibînin. Ji bilî van dibistanek me ya bi navê Hêvî ya ji bo zarokên xwedî pêwîstiyên taybet hene heye. Zarokên ku otîzm, sendoruma down hene. Xwendekarên ku beşên derûnasî û komelnasî xwendine perwerdehiyê didin van xwendekaran. Ev dibistana me li herêmê weke nimûneyek nû bû. Ev dibistana me beriya niha girêdahî beşa tendûristiyê bûn, lê niha girêdayî perwerdehiyê bûye. Ji ber ku beşeke wê ya taybet perwerdehî ye."   'WARGEH BINGEHA PERWERDEHIYÊ YE'    Kaya,bi lêv kir ku li Wargeha Mexmûrê bingeha pergala perwerdehiyê kurdî ye û ev tişt anî ziman: "Wargeha Mexmûrê ji  parçeyên din Kurdistanê re dibe bingehê perwerdehiyê. Hem ji aliyê mufredatê ve û hem jî ji aliyê pirtûkan ve bingeh hatiye avakirin. Beriya niha di asta zanistî de pirtûkên kurdî di destê me de tunebûn. Lê me pirtûkên xwe bi zimanê kurdî dane çêkirin. Niha bi zimanên beyanî pirtûk di destê me de tune ne. Di hemû astan de pirtûkên me kurdî ne. Di vê hêlê de jî wargeh ji her perçeyeke Kurdistanê re bingeheke."