OHD’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû bijart 2022-02-19 16:09:36   MÊRSÎN - Şaxa OHD’ê ya Mêrsînê kongreya xwe duyemîn li dar xist û rêveberiya nû bijart.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê Kongreya xwe ya Asayî ya 2’yemîn li Ewyana Kongreyê ya Şaredariya Mêrsînê li dar xist. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, parlamenterên HDP’ê yên Mêrsînê Fatma Kurtulan û Ridvan Turan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Li eywanê pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, "Parastin dê serî netewîne”, “Ji Aysel Tugluk re azadî” û “Zimanê me rûmeta me ye” û wêneyên parêzer Tahîr Elçî, Ebrû Tîmtîk, Faîk Bucak, Medet Serhat û Selahattîn Demîrtaş hatin daliqandin.    Kongreyê bi bijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de axaftin hatin kirin û hat destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina hiqûq û maf têkoşîna xwe mezintir bikin.    Raporên malî û xebatê yên komeleyê hatin xwendin û rêveberiya nû hat bijartin. Ji bo hevserokatiya komeleyê Serap Angay û Îbrahîm Kaya hatin bijartin.