Eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatin kirin 2022-02-19 23:13:50   ŞIRNEX - Eşyayên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve de di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, piştî 6 salan dan malbata wî.    Hin eşyayayên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû îlankirin û 79 rojan dewam kiribû de di "jêrzemînên wahşetê" de hatibû qetilkirin, piştî 6 salan dan malbata wî.    Guler Tûnç, hevjînê Orhan Tûnç, birayê Mehmet Tûnç, ê di dema qedexeyê de hatibû qetilkirin de, li ser hesabê xwe yê medyaya salan ragihand ku eşyayên Mehmet Tûnç radestî malbatê hatine kirin.   Guler Tûnç di hesabê xwe yê twitterê de ev tişt ragihandin: "Piştî 6 salan komputera Mehmet Tûnç û hin eşyayên wî yên din dan me... Wekî êşên ku 6 sal in hûn bi me didin kişandin ne bes bin, bi ser de jî hûn radibin kincên şewitandî ji malbatê re dişînin! Ev ji xeynî heqareta li êşên kurdan pêvtir ne tu tişt e!"