Sûbaşi: Zaravayeke kurdî jî bimire, dê bingeha ziman qels bibe 2022-02-20 09:02:36   STENBOL - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku kurdî çendî bê statu be û çendî ji gelek derfetan bêpar be jî, bi berxwedanê hatiye roja îroyîn û got: “Bingeha zimanê kurdî li ser zaravayan e. Tenê zaraveyek jî lawaz bibe, ew bingeh an yê bimire yan jî yê winda bibe.”   Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li seranserî cîhanê di du hefteyan carakê de zimanek dimire. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê û teşwîqkirina pirzimaniyê, UNESCO’yê di sala 1999’an de biryarek girt û 21’ê Sibat wekî Roja Zimanê Zikmakî ragihand. Piştî biryara UNESCO’yê, ji sala 2000’î heya niha li gelek deverên cîhanê di çarçoveya 21’ê Sibatê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.    Li Tirkiyeyê ku erdnîgarîyeke pirçandî û pirzimanî ye, tenê bi zimanê tirkî perwerde tê dayîn. Lê li hemberî vê di serî de kurd û bi giştî gelek neteweyên din tevî hemû tundî û qedexeyan jî vê rojê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Eyyup Sûbaşi bi boneya 21’ê Sibatê li ser girîngîya ziman û polîtîkayên bişavtinê axivî.    21 SIBATÊ ROJEKE GIRÎNG E   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Sûbaşi bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zimakî ya Cîhanê û got: “Gelê kurd jî, di çarçoveya têkoşîna zimanê xwe de vê rojê wekî rojeke girîng esas digire. Di vê rojê de bi xebat û çalakiyên xwe hem polîtîkayên asîmîlasyonê şermezar dike, hem jî hişmendiya ji bo zimên berbelavtir dike. Lewma vê rojê wekî rojeke pîroz dihesibîne û pîroz dike.”   BERXWEDANA KURDÎ   Sûbaşi, li ser malbata ku zimanê kurdî perçeyeke wê ye jî sekinî û diyar kir ku li gor hinek kesan di malabata zimanê Ewrupî de, di beşa Îranî de ye, li gor hinek kesan jî, ji ber ku kurd bê statu bûne navê zimanê Îranî lê kirine. Sûbaşî ji bo vê got: “Hinek kes jî dibêjin zimanê kurdî zimanekî Zagrosî ye. Ên vê dibêjin jî piranî kurd in. Zimanê kurdî xwedî dîrokeke pir qedîm e. Zimanê kurdî ji Medan, ji Avestayê heya îro hatiye. Dema mirov li zimanê kurdî mêze dike, xwedî wêjeyeke xurt e. Ne tenê bi zaravayê xwe yê kurmancî, bi gelek zaravayên xwe yên din jî xwedî wêjeyeke klasîk û modern e û zimanekî qedîm e. Zimanê kurdî bi hemû zaraveyên xwe, bi gelek, bişavtin, qirkirin, tunekirin û zehmetiyan re rû bi rû maye, lê dîsa jî hatiye roja îroyîn."    ‘HER ZARAVAYEK KURDÎ BI SERÊ XWE ZIMANEK E’   Subaşî, bibîr xist ku zimanê kurdî pirzaravayî ye û got: “Kurdî tenê ji zaravayê kurmancî pêk nayê, ji xeynî kurmancî hewramî, kelhurî, lekî, zazaki û soranî jî hene. Ew hemû zaravayên kurdî ne. Bi wan zaravayan jî wêjeyek xurt heye. Zimanê kurdî çendî bê statu ye û çendî ji gelek derfetan bêpar e jî, li ber xwe daye û heya roja îro li ser pêyan maye. Bi hemû hêza xwe, xwe pêşvetir dibe. Zimanê kurdî xwe bi zaravayên xwe, xwe ava kiriye û her zaravayek wê, bi tena serê xwe zimanek e."   Subaşi, destnîşan kir ku hejmara kurdîaxêvan di ser 50 milyonî re ye û got: “Ji bilî Kurdistanê zimanê kurdî, li Qafkasyayê, Ewropayê û aliyê Çînê jî tê axaftin. Zimanê me li erdnigariyeke mezin belav bûye."    POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ   Subaşi, bilêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser kurdî piranî dema ji aliyê osmaniyan ve statuya mirektiyên kurdan hatiye xerakirin dest pê kiriye û got: “Ji hêla osmaniyan ve, zimanê kurdî hat astengkirin û qedexekirin û cihên ku arşîva pirtûkên kurdî tê de ye hatiye şewitandin an jî ji holê hatiye rakirin. Ji dawiya sedsala 19’an heya îro li ser zimanê kurdî, polîtîkayên, qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin. Zimanekî bê statu be û ji dibistan, zanîngeh, navendên lêkolînê, weşanxane û çapemeniyan ve bêpar be tu bixwazî nexwazî jî ew ziman di sînorekî teng de dimîne. Ew nayê wê wateyê ku potansiyela wî zimanî tune ye, tenê derfetên wî tune ne û nikare pêşvetir biçe.”   Şubaşi, da zanîn ku, gelek malbatên kurd bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî naaxivin û di berdewama axaftina xwe de got: “Mirov dibîne ku ew rewş her roj xirabtir dibe. Her wiha em dibînin ku ji bo ziman karibe bijî, tekoşînek bêhempa heye. Hişmendiya neqilkirina ziman a ji bo zarok jî pêşvetir dibe. Dema ku em lê dinêrin, zaravayên zimanê kurdî li Bakurê Kurdîstanê zazakî/kurmanckî û şêxbizinî heye. Mixabin zaravaya şêxbizinî ji ber ku li bakur kêm tê axaftin zêde nayê zanîn û pîranî li Anatolîayê tê axaftin. Zazakî û şêxbizinî, ji wan derfetên ku di kurmancî de hene, bêpar mane. Ew jî rewşa van zaravayan li gorî kurmancî xirabtir dike.   ZARAVAYÊN DIN LI BER XETEREYÊ NE   Bingeha avahiya zimanê kurdî li ser zaravayan we tê awakirin. Tenê zaravayek jî lawaz bibe, wê ew bingeh yan bimire yan jî yê winda bibe. Di heman demê de ew jî dikeve ser milê me. Divê em ji bo hemû zaravayên kurdî derfetan peyda bikin. Bila tu kes nebêje ‘zazakî biçe jî tiştek nabe.’ Eger zazakî beçe sitûnek avahiyê jî diçe. Li gorî demê hêdî hêdî diçe, dema sitûnek çû, ev bandorê li sitûnên din jî dike û wê gav bi gav ber bi hilweşandinê ve dibe. Bi texmînî eger zazakî di nav 20 salan da xilas bibe yê kurmancî jî di nav 40 salan de xilas bibe. Ji bilî zaravayê kurmancî hemû zaravayên din li ber xetereya xilasbûnê ne. Sedem jî ew e ku axîvînerên van zaravayan kêmtir in û zêde nayê axaftin. Xetere ji bo hemû zaravayan heye."