Yilmaz ê ÎHD’î: Karmendên girtîgehê ji neçareseriyê cesaret digirin 2022-02-20 13:04:11   AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan, cesaretê dide karmendên înfazê û divê partiyên muxalîf jî binpêkirinên li girtîgehan têxin rojeva xwe.      Tecrîd, tundî, gef, cezayên disiplînê, qedexeya danîna peywendiyan û hêj gelek binpêkirinên din ên li girtîgehan bênavber berdewam in. Binpêkirinên heyî herî zêde jî bandorê li girtiyên nexweş û girtiyên ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de lê nayên berdan dikin. Girtiyên nexweş ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) û girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan jî ji ber nêrîna “baş tevnagere” ya Lijneyên Çavdêriya Îdarî (ÎGK) nayên berdan. Ev sepanên heyî xetereyeke mezin li ser jiyana girtiyan çêdike.    Li gel van binpêkirinan, her wiha girtî gelek caran rastî tundiya karmendan jî tên. Herî dawî derket holê ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Amedê hatine îşkencekirin. Têkildarî mijarê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) gilî kiribûn.  Derheqê mijarê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz bi ajansa me re axivî.    PIRSGIRÊK ÊDÎ KRONÎK BÛNE   Yilmaz da zanîn ku ew bi rêk û pêk diçin serdana girtîgehan û wiha got: “Ev binpêkirine gelek caran dibin rojev lê nayên çareserkirin. Êdî veguherîne pirsgirêkên kronîk. Di dema pandemiyê de ev binpêkirin hêj zêdetir bûn. Qadên jiyanê yên girtiyan, têkiliyên wan ên bi derve û mafê wan ê nameyan hatine bisînorkirin. Bi taybet jî girtiyên nexweş rastî van binpêkirina tên. Li hêla din, ÎGK her sê mehan carekî nêrîna xwe parve dike û nahêle girtî bên berdan. Ji bo sepanên îşkenceyê yên li Girtîgeha Amedê me rapor amade kir, pêşniyarên çareseriyê diyar kirin û radestî Wezareta Edaletê kirin. Lê nayên çareserkirin. Çaresernekirina pirsgirêkan, cesaretê dide karmendên girtîgehê û rê li ber binpêkirina vedike.”    BERPIRSYARTIYA MUXALEFETÊ    Di berdewamê de jî Yilmaz anî ziman ku ji bo bidawîkirina van binpêkirinan hewcehî bi çareseriyên bibandor heye û wiha pê de çû: “Divê ev mijar tenê bi hêviya hikûmet û Wezareta Edaletê ve neyê hiştin. Ji bo bidawîkirina van sepanên dijdemokratîk, pêwîste partiyên muxalîf jî bikevn nava liv û tevgerê. Ji ber ku di nava du mehan de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş jî di nav de bûn. Ji bo pêşîlêgirtina mirinên din, divê vê mijarê têxin rojeva xwe û zorê li desthilatiyê bikin.”    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Di berdewamê de jî Yilmaz bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser birêz Ocalan, ji tecrîda li ser girtiyên din pir cuda ye. Ji roja hatiye girtin heta niha bi awayekî keyfî nahêlin mafê xwe yê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re, mafê telefonê û hwd. bi kar bîne. Ev jî nêzikatiya dewletê ya tecrîdê nîşan dide. Pirsgirêkên heyî, bingeha xwe ji tecrîdê digirin. Heke tecrîd neyê rakirin, rewşa girtiyên nexweş neyê başkirin, wekheviya înfazê çênebe û pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêkên din nekarin bên çareserkirin. Ji ewil divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ji ber bingeha hemû pirsgirêkan e.”    ‘ATK BÊALÎ TEVNAGERE’   Yilmaz got ku divê avadaniya ATK’ê bê guherandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ATK, bêalî nîne. Divê xwedî rayeyeke biryardayînê nebe û li şûna wê şandeyeke bijîşkên xweser hebe. Weke ku tê zanîn rayeya efûyê ya serokomar heye. Lê ne tevgera siyasî ya kurd û ne jî rêxistinên çepgir tu sûdekî ji vê efûyê nagirin. Di biryarên ATK’ê de jî ev yek piştrast dibe. Biryarên ku ATK dide li dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.”   MA / Mehmet Guleş