Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila girtîgeh nebin ‘malên mirinê’ 2022-02-20 16:31:20   AMED/WAN - Malbatên li Amed û Wanê di Nobeta Edaletê de ne, qala mirina girtiyê nexweşê giran Yûsûf Bekmezî kir û wiha got: “Bila girtîgeh nebin malên mirinê. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Wanê dane destpêkirin didome. Nobeta li Amedê kete roja 97’an. Malbatan di nobeta îro de bal kişandin ser mirina girtiyê nexweşê giran Yûsûf Bekmezcî (82) ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklara Îzmîrê dihat ragirtin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêzanê îro serdana malbatan kir.    ‘EDALET JI BO HEMÛ MIROVAN E’   Rêvebera DBP’a Rêzanê Meryeme Tûra ya di serdanê de axivî, diyar kir ku malbatên girtiyan ji bo hemû mirovahiyê 97 roj in di Nobeta Edaletê de ne û wiha got: “Dayik ji bo edaletê di nobetê de ne. Edalet ji bo hemû mirovahiyê girîng e. Em destê xwe bidin hev bila zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em ji malbata Yûsûf Bekmezcî yê îro jiyana xwe ji dest da re jî sersaxiyê dixwazin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û jiyana xwe li cem malbatên xwe bidomÎnin.” Tûran, ji malbatên girtiyên din re jî bang kir ku tevlî nobetê bibin û piştgiriyê bidin dayikan.   ‘DENG BIDIN DENGÊ ME’   Herdem Merwanî ya li ser navên malbatên di nobetê de axivî jî wiha got: “Em bi awayekî wijdanî xwedî li hemû girtiyên nexweş derdikevin. Bila girtîgeh nebin malên mirinê. Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û divê ji bo hemû girtiyên siyasî jî şertên kontrola edlî bên pêkanîn.” Mervanî, bang li herkesên xwedî wijdan kir ku deng bidin dengê wan.”   WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan li Wanê daye destpêkirin jî kete roja 70’yan. Rêveberên MEBYA-DER’a Wanê serdana malbatên girtiyan kir.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya diyar kir ku li cem malbatan e û bang kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kaya, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş ne digirtîgehê de li nexweşxaneyê bên dermankirin. Kaya, ji hemû beşên civakê re bang kir ku piştevaniya nobeta edaletê bikin.