HDP: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê 2022-02-21 11:02:02   ENQERE - HDP'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyar kir ku divê perwerdehiya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî neyê piştguhkirin û ev mafekî sereke ye.    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û bi raya giştî re belav kir.    Daxuyaniya HDP'ê ya bi sernavê "Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye!" ku hat belavkirin, wiha ye:    "Di sala 1999’an Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji bo piştgiriya pirrengiya çandî û pirzimaniyê, 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi peymanekê ve hat girêdan. Lê mixabin ji destpêka Sedsala 20’an û piranî jî piştî avakirina komara yekparêz, ji xeynî zimanê zirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik hatin bişaftin û qedexekirin. Pergala yakparêziya beriya her tiştî xwe li ser bişaftin û kuştina zimanan ava kir.    DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMΠ   Di dirêjahiya dîroka Tirkiyeyê û di 100 salên dawî de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê kurdî ji bi awayekî sîstematîk hemû qadên jiyanê hate bidûrxistin û tepisandin. Ji bo ku li vî welatî kurdî jî di nav de hemû zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê û xwe bi pêş bixin em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Bêguman bicihanîna peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze avêtiyê û bûye alîgirê wan peymanan, îro erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye ku vî mafî qebûl û nas bike.  Divê qanûna bingehîn a nû li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Ev qanûna bingehîn wê di hemû qadên jiyanê de perwerdehî û pêşxistina zimanê kurdî û zimanên din bi xwe re bîne. Ev maf mafekî sereke, esas û gerdûnî ye, nikare bê piştguhkirin.    BANGA TÊKOŞÎNA JI BO GEŞKIRINA ZIMAN    21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li temamî zimanan, gelan pîroz be. Di vê rojê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Em bangî gelê xwe, sazî û dezgehên dikin: 21’ê Sibatê bila bibe destpêka bilindkirina têkoşîna li hember kiryarên qedexekirina zimanê dayikê û bihêzkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê."