Emîne Şenyaşar: Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê 2022-02-21 11:44:34   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar ku çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê didomîne diyar kir ku tu wijdana hikûmetê nîne û xwest ku êdî dawiyek li zilma heyî, bê.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 350 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Çalakiya malbatê îro jî li “Kuncê Edaletê ya Malbata Şenyaşar” berdewam kir.    EV EDALETEKE ÇAWA YE?   Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ev nêzî saleke bi daxwaza edaletê çalakiya xwe didomînin. Şenyaşar bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Tu wijdana vê hikûmetê nîne. Ez li vir û kurê min ê din jî li girtîgehê riziya. Zilm li me tê kirin. Bila êdî dawiyek li vê zilmê bê. 3 kes kuştin û yek jî xistin girtîgehê. Gelo mirov çawa li nexweşxaneyê tên kuştin? Edogan çima piştgiriyê dide van kesan? Êdî bes e û bila kurê min berdin. Çavên min nabînin û ez kurê xwe dixwazim. Ez, ji bo hemû kesî edaletê dixwazim. Kesên ku malbata min qir kirîn, niha li derve digerin. Lê kurê min di girtîgehê de ye. Gelo ma wijdan ev e? Mirov çawa li nexweşxaneyê tên kuştin? Hemşîre dîn bû, bijîşk îstîfa kir. Lê Yildiz îstîfa nekir.”    DÊ EDALET NEYÊ TIRKIYEYÊ!   Piştre jî Ferît Şenyaşar axivî û got ku zilma li wan hatiye kirin niha jî bi destê darazê tê domandin. Şenyaşar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku dayikek li ber deriyê edliyeyê nobeta edaletê bigire, dê ne aramî û ne jî edalet bê Tirkiyeyê. Dayika hemû mirovên birûmet, dayika Emîne ji piştî komkujiyê heta niha li ber edliyeyê nobetê digire. Komkujiyek hatiye kirin û yên ku ev komkujî kirin, niha li derve digerin. Zilma li me hatiye kirin, niha jî bi destê darazê tê domandin.”