DFG'ê atolyeya rojnamegeriya kurdî da destpêkirin 2022-02-21 11:47:55   AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de ji bo rojnamegeriya kurdî komxebata perwerdeyê da destpêkirin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, bi piştgiriya Komeleya Lêkolîn, Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo rojnamegeriya kurdî komxebata perwerdeyê da destpêkirin. Wê komxebat bi qasî hefteyek berdewam bike û li avahiya komeleyê, derbarê perwerdeya zimanê kurdî û nivîsandina nûçeyên kurdî de ders bên dayîn. Beriya destpêkirina komxebatê dê daxuyanî bê dayîn.    ROJNAMEGER DILDAR IN   Di daxuyaniyê de Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku ji bo 21'ê Sibatê biryara komxebata rojnamegeriya kurdî dane û wiha got: "Kurdî jî mîna zimanên din dewlemend e. Zextên li ser kurdî îro jî berdewam dikin. Di rojên wiha girîng de ji bo kurdî gelek tişt tên gotin. Ji bo belavkirina zimanê kurdî ya li dinyayê xebatên gelek girîng tên kirin. Weke rojnamegerên kurd me jî xwest di van xebatan de cih bigirin. Ji bo ku rojnameger karibin bi zimanê xwe jiyana xwe bidomînin em komxebateke wiha dikin. Rojnamegerên tevlî komxebatê bûne kesên di mijara nivîsandina nûçeyên kurdî de dildar in."   MED-DER PIŞTIGIRÎ DIDE   Di berdewamê de jî Altan, ev tişt anîn ziman: "Em ê di vê komxebatê de zimanê kurdî bidine fêrkirin. Wê komxebat her roj berdewam bike. Em ê hem perwerdeya zimanê kurdî û hem jî perwerdeya rojnamegeriya kurdî bidin. Wê hevalên me yên rojnameger, di mijarên pratîkên rojnamegeriyê, qalib û nivîsandina nûçeyan, nivîsandina teknîkê, rojnamegeriya jinan de perwerde bibînin. Ji bo van xebatan me ji MED-DER'ê alîkarî xwest."   FEYDA ROJNAMEGERAN A LI ZIMAN   Mamosteyê MED-DER'ê Mûrat Bîlgîç jî da zanîn ku saziyên yekemîn ên perwerdeyê yên kurdan rêxistinên rojnamegeriyê ne û wiha got: "Perwerdeya kurdan rojnamegeran girtiye ser xwe. Îro jî ji ber ku dibistanên kurdan tune ne rojnameger vê mîsyona xwe didomînin. Bawer dikim ku ev ders hê bêtir ji wan re bibe alîkar ku karibin vê mîsyona xwe bi awayekî baş bi cih bînin."   Piştî daxuyaniyê komxebatê bi tevlîbûna rojnamegeran dest pê kir.