Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê ‘Rapora Îmraliyê’ eşkere bike 2022-02-21 12:42:04   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê sibê “Rpora Tespîta Îmraliyê ya 2021’an” eşkere bike.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ateş ku saleke agahî ji wan nayê girtin, dê sibê “Rapora Tespîta Îmraliyê ya 2021’an” bi raya giştî re parve bike.    Buroya Sedsalê dê sibê saet li 13.00’an bi civînek çapemeniyê raporê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê parve bike. Her wiha dê parêzer derbarê binpêkirinên maf û şertên heyî yên li Îmraliyê agahî bide.