Baroya Rihayê pankarta "Kamber Ateş Nasılsın" bi avahiya xwe ve kir 2022-02-21 13:02:34 RIHA - Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi avahiya xwe ve kir û bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî daxuyanî da.    Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyarî dayika girtî Kamber Ateş ku dema 12'ê Îlonê ji ber qedexebûna kurdî hevoka "Tu çawayî Kamber (Kamber Ateş nasılsın)" hîn kiribû û tenê bi vê hovokê bi kurê xwe têkilî datanî Îpek Ateş kir. Komîsyonê pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi dûwarê avahiya baroyê ve kir.    Endamên Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê û Serokê Baroyê Welat Îzol li ber avahiya baroyê bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyanî dan çapemeniyê. Sekreterê Komîsyona Zimanê Dayikê Mahsûm Erdogdu daxuyanî xwend.    Daxuyanî wiha ye:    "Îro 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.Madem ku iro  mijar ziman e û vê zimanî jî xwedê daye me di destpêkê de em ê jî wek Seydayê Xanî bibêjin:   'Hemd û sena û şukranî Ji bo wi xaliqê rehmanî Ku fesahet û beyan daye lisanî  Lisan jî daye me insanî.'   Wekî hûn dizanin Bangladeş ji 1947'an heta 1971'an ji alîyê Pakîstanê ve hat birêvebirin. Wek encam tenê Ûrdû wek zimanê naskirî dihat qebûlkirin. Zimanê Bangladeşîyan, hatibû qedexekirin. Ev yek ji aliye Bengladeşiyan ve nehat qebul kirin û li dijî vê yekê di 21 Sibata 1952an de xwendekaran pêşanek saz kir ku vê rewşê protesto bikin. Polîsê Pakîstanê êrîşî wan kir û 4-5 kes ji wan hat kuştin. Ji wê rojê û vir de ev xwendekarên zanîngehê wek ‘Şehîdên Zimanê Dayikê’ tên naskirin û Bengladeşî 21ê Sibatê wek ‘Roja Şehîdên Zimên’ pîroz dikin.UNESCO jî di sala 1999an ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl kir .    Ji vê rojê şûnde ev roj li temamê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye  qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe radikin û d’awa zimanê xwe dikin. Di vê rojê da tê xwestin ku astengî û qedexeyên li ser zimanane wan rabin.   Em jî iro bang li gelê kurd dikin bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Baba Tahirê Ûryanî di dubeytiyek xwe de dibêje:   'Eger dil dilber be, dilber kî ye  Eger dilber dil be, navê dil çi ye Ez dil û dilber tevlihev dibînim  Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye.'   Em ji iro wek komisyona zimanê dayikê dibejin ku hebûna gelekî çi ye ziman jî ew e. Em ne zanin ziman çi ye ne jî zanin hebuna gel çi ye bi ya me her du tevlihev in. Hebûna gelekî bi girêdayî hebûna ziman e ji ber vê yekê di vê roja taybet de em bang li hemû kurdan dikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin da ku zimanê me nekeve rewşeke hin xerabtir.    Wekî encam em dibêjin ev zimana xwede daye me û bê Xweda kes nikare ji me bistîne. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanhezan pîroz dikin."