Ji HDP’a Enqereyê bangewaziya kongreyê 2022-02-21 13:50:13     ENQERE  - Hevseroka Rêxistina Bajêr a HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu derheqê 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’a Enqereyê de axivî û wiha bang kir: “Ji bo hemwelatîtiya wekhev ku hemû gel û bawerî bi awayeke wekhev û azad û bi nasnameya xwe bijîn, wer in em bi hev re vê pergala tarî biguherînin.”    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 10’ê nîsana 2022’yan de bi dirûşma “Li dijî faşîzmê em bi hêvî û cesaret xwe birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin”, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet dê 4’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Têkildarî mijarê, li hotêlekî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li Enqereyê dem dema HDP’ê ye” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu axivî û di serî de 21’ê Sibat Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.    ‘QEYRAN KÛR DIBE’   Sînemîllîoglu diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de gel tu carî bi qasî niha xizan nebûye û wiha domand: “Ji bilî rûniştvanên Qesrê û alîgirên wan, gefa xizanî û birçîtiyê li ser tevahiya gel heye. Qeyrana siyasî ya AKP-MHP’ê her roj kûrtir dibe û bedela vê qeyranê jî li gel, karker, kedkar, jin û ciwan didin. Qeyrana heyî bêhn li kedkaran çikand. Tirkiye di nava qeyraneke aborî, civakî û polîtîk de ye. Her ku bloka AKP-MHP’ê hêza xwe winda dike jî zexta li ser muxalîfan girantir dike.”    ‘HDP MIZGÎNIYA VEGUHERÎNÊ DIDE’   Di berdewamê de jî Sînemîllîoglu anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji hev dikeve û wiha pê de çû: “Tevî hemû zextan jî partiya me têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê, têkoşîna azadî û kedê bênavber didomîne. Partiya me, mizgîniya veguherîna têkoşîna demokratîk dide û biryardariya xwe ya têkoşînê xurtir dike. Di serdemeke wiha de jî em ê 4’emîn Kongreya Awarte ya Enqereyê li dar bixin. Ji bo ku xebatên xwe yên birêxistinkirinê bênavber bidomînin, em ê di 10’ê nîsanê de bi dirûşma ‘Li Enqereyê dem dema HDP’ê ye’ kongreya xwe li dar bixin.”    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Sînemîllîoglu da zanîn ku ji bo civakîkirina nirxên têkoşîna xwe, ji bo ku qadên têkoşînê yên cuda bînin ba hev, ji bo ku li ser bingeha demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bêne cem hev, ji bo rewşa parçebûyî ya hêzên muxalefetê ji holê rakin û bihêztir bikin, ji bo ku di diyarkirina pêşeroja gelên Tirkiyeyê de xwedî gotin û biryar bin, dê li Enqereyê têkoşîneke hevpar ava bikin. Sînemîllîoglu destnîşan kir ku li dijî êrişên ser jinan, xistina parlamenteriya perlamenterên jin, betalkirina Peymana Stenbolê, berdana kujerên jinan û parastina tacîzkar û tecawîzkaran dê têkoşîn û tifaqa xwe mezintir bikin.    ‘EM Ê AŞTIYÊ ZINDÎ BIKIN’   Bi domdarî jî Sînemîllîoglu anî ziman ku partiya wan hêviya jiyanê ya alternatîf a hemû gel, bawerî, jin, ciwan û bindestan e û wiha derbirî: “HDP, têkoşîna azadiyê ye. HDP, hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye. HDP, deng û peyva wijdana civakî ye. Ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û aştî li ser vê xakê aj bide, çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, hemwelatîtiyeke wekhev, pêşîlêgirtina talankirina xwezayê û bi dawîkirina kedê, ya ku ji destê me tê em ê bikin. Banga me ji bo hemû kesên xwedî wijdan e. Wer in em bi hev re rêya demokrasiyê, kar, dahat û azadiyê berfirehtir bikin û dawî li qirkirina xweza û jinan bînin.”   * Ji bo demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, ji bo naskirina mafê zimanê dayikê û hemû mafên gerdûnî, ji bo civakîkirina têkoşîna civakî,    * Di pêvajoyeke herî krîtîk a di dîroka Tirkiyeyê de ji bo ku tifaqa demokrasiyê çalaktir bikin, ji bo birêxistinkirina muxalefeta gel, ji bo ku dengê kedkaran di qada siyasetê de xuyanîtir bibe, ji bo avakirina têkoşîneke berfirehtir ku bi polîtîkayên xurtir bikare mafên ked û çînan biparêze,    * Ji bo ku li hemberî hêzên nîjadperest, netewperest, mîlîtarîst, zayendperest û kevneperest bisekînin, ji bo ku li dijî van hêzan berxwedaneke civakî û têkoşîneke hevpar ava bikin,    * Ji bo ku pêdiviyên civakî esas bên girtin, ji bo ku mafên perwerde, tenduristî, hewîn, hatin û çûnê bêhtir bên qîrîn û ji bo avakirina têkoşîneke yekbûyî,    * Ji bo hemwelatîtiyeke wekhev ku jiyaneke wekhev û azad a gelan esas digire û wan bi nasnameyên xwe nas dike,   * Ji bo ku polîtîkayeke jiyaneke bêastengî, adil, wekhev, xweser û mafan esas digire bikeve meriyetê, ji bo piştgirî û piştevaniya bi paneberên ji cih û warên xwe hatine kirin û rastî her cureyên cihêkarî û tundiyê tên,    * Li dijî hewldana tunekirina ziman û çandan a zîhniyeta yekperest; ji bo ku dayikên me, xwîşkên me, cîranên me û hevalên me bi awayekî azad binivîsin werin em bi hev re têbikoşin, hêzên xwe bikin yek û bi hev re vê pergala tarî biguherînin.    * Li dijî kesên ku dixwazin tarîtiya faşîst li ser vê xakê serwer bikin; banga me ji hemû gelên me, ji hemû jinan, ciwanan û kedkaran ew e ku ji bo serkeftina demokrasiyê û azadiyê di 10’ê nîsanê de beşdarî 4’emîn Kongreya Awarte ya Enqereyê ya HDP’ê bibin. Em banga xwedîderketina li kongreyê, xwedîderketina li pêşerojê li hemû kesî dikin.”