Di Doza Gezî û Çarşiyê de biryara cihêkirinê hat dayîn 2022-02-21 14:01:16   STENBOL - Dadgehê di danişîna Doza Gezî û Çarşiyê de biryara berdewama girtina Kavala û cihêkirina dozan da.    Danişîna 5’emîn a piştî Doza Geziyê û Doza Çarşiyê kiribû yek ku karsaz Osman Kavala jî di nav de 52 kes jê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor, parlementerên HDP’ê, CHP’ê û TÎP’ê beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de piştî Çîgdem Mater a di Doza Geziyê de tê darizandin, parêzer Yildiz Îmrek parastin kir. Îmrek, diyar kir ku tu têkiliya Doza Gezî û Çarşiyê bi hev nîne û xwest ku dosya werin cihêkirin. Dû re parêzerê Kavala, Koksal Bayraktar û parêzer Denîz Tolga parastin kirin.    Piştî parastinan dozger Edîp Şahîner têkildarî daxwaza cihêkirina Doza Çarşiyê mutalaya xwe da û xwest dosya bên cihêkirin.    DOSYA HATIN CIHÊKIRIN   Dadgeha ku piştî parastinan biryara xwe aşkera kir, biryara berdewama girtina Kavala û cihêkirina Doza Çarşiyê da. Danişîn taloqî 21’ê Adarê hat kirin.