Cezayê girtîgehê dan rojnameger Dûrket Suren 2022-02-21 14:14:16   AMED - Doza rojnameger Dûrket Suren îro li Amedê hat dîtin. Şandeya dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê li rojnameger Suren birî.    Bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” derheqê rojnameger Dûrket Suren de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna doza rojnameger Suren îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rojnameger Suren beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê amade bû.    Di danişînê de dozger ji bo îdiaya xwe ya di rûniştinê berê da ku digot “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” beraet xwest û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.    Parêzer Yûsûf Erdogan jî li dijî mutalaayê, parastina muwekîla xwe kir û got ku tev li biryara beraetê dibe lê li dijî daxwaza cezayê jî îtîraz dikin. Erdogan di parastina xwe de bal kişand ser parvekirinên li ser medyaya civakî ku weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Ev parvekirine bi awayekî derhiqûqî hatine berhevkirin. Li gorî biryara Qanûna Bingehîn, hêzên ewlekariyê nikarin bêyî fermana Serdozgerê Komarê li ser hesabên medyaya civakî lêkolînan bikin. Hêj di destpêka lêpirsînê de muwekîla min got ku hinek ji wan parvekirinan ên wê nînin ku ev bi awayeke şêmber jî nehatiye tespîtkirin.”   Erdogan da zanîn ku Dadgeha Bilind di 25’ê gulana 2015’an de bi biryarekê YPG weke “rêxistina terorê” pênase kiriye û wiha domand: “Lê parvekirinên muwekîla min beriya vê dîrokê ne. Lewma jî di çarçoveya ‘propagandaya rêxistinê’ de nayên qebûlkirin. Ez beraeta muwekîla xwe dixwazim.”    QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT RAKIRIN    Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” biryara beraetê da û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da rojnameger Suren. Şandeya dadgehê, cezayê girtîgehê taloq kir û biryara ji bo 5 salan sepana venihêrînê da. Herî dawî jî qedexeya derketina derveyî welat a Suren betal kir.