Malbatên Dag û Er serî li ÎHD’ê dan 2022-02-21 16:05:41   AMED - Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li dijî zextên PDK’ê 9 roj in di rojiya mirinê de ne, serî li ÎHD’ê dan.    Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li dijî zextên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) 9 roj in li girtîgeheke ku li bajarê Hewlerê tên ragirtin di rojiya mirinê de ne, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan. Malbata Dag serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, malbata Er jî serî li Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê dan. Malbatan di serlêdanên xwe de ji ÎHD’ê xwest ku di girtîgehê de lêkolîn bên kirin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Mazlum Dag û Abdurrahman Er bi îdiaya kuştina karmendê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê Osman Kose hatibûn girtin û dadgehê cezayê îdamê dabû wan. Cezayê hatibû dayîn ji aliyê dadgeha asta yekemîn ve hatibû pejirandin. Ji bo protestokirina binpêkirinên li girtîgehê û nebersivandina daxwazên wan, Dag û Er ji 13’ê sibatê ve li girtîgeha Hewlêrê di çalakiya rojiya mirinê de ne. Malbatên Dag û Er ji bo zextên PDK’ê bi dawî bibin banga hestiyariyê li raya giştî ya kurd kiribûn.