Xizmên girtiyan: Edalet ji herkesê re hewce ye 2022-02-21 16:58:38   AMED/WAN - Xizmên girtiyan ên li Amed û Wanê Nobeta Edaletê didomînin, diyar kirin ku edalet ji herkesê re hewce ye û bi lêv kir ku wê ji bo zarokên xwe çalakiyê bidomînin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 98’emîn de ye. Dayika girtiyê nexweşê giran Civan Boltan, Nazîme Boltan bi lêv kir ku edalet wê ji herkesê re lazim be. Boltan, bi bîr xist ku ji bo Edaletê çûn heta Enqereyê û wiha got: “Heta niha edalet nehatiye. Ji ber ku em kurd in ne dixwazin me bibînin ne jî bibîhizin. Ji bo wan edalet tiştekî îfade nake. Ji ber cenazeyên zarokên me dernekevin em ê li vir bin.”   Herdem Merwanî jî bal kişand ku di Nobeta Edaletê de 98 roj li pey xwe hiştin û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li girtiyan pîroz kir.    ÇALAKIYA LI WANÊ DI ROJA 71’EMÎN DE YE   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî kete roja 71’an. Çalakiya îro hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Kazim Tîmûr domand. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) Şaxê serdana malbatê kirin.    ‘WÊ BIGIHE ARMANCA XWE: “   Rêveberê HDP’a Şaxê Nezîr Îldenîz diyar kir ku piştgiriya çalakiya malbatan dikin û bal kişand ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd 40 sal in didomin lê van polîtîkayan nekarî gelê kurd têk bibe. Îldenîz, bi lêv kir ku divê demildest daxwazên malbatên bi cih werin û wiha got: “Daxwazên malbatan daxwazên me ne jî. Divê demildest girtî bên berdan. Em bawer dikin ku ev têkoşîna dayikan a bi rûmet wê bigihe armanca xwe.”