Parêzerên jin: Biryar siyasî ye, Tûglûk berdin 2022-02-22 09:01:19 STENBOL - Hiqûqnasên jin ji bo biryara ATK'ê ya derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûk de diyar kirin ku biryareke siyasî ye û gotin: "Em dixwazin Aysel Tûglûk bê berdan."  Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.    Hiqûqnasên jin ku xwestin Tûglûk bê berdan, diyar kirin ku ATK bi rapora xwe mafê tenduristiyê yê Tûglûk bin pê kiriye.    Parêzer Yelda Koçak, diyar kir ku ATK peywira ku dadgehê daye û tişta ku daxwaz kiriye nayne cî û got: "Dadgeh dipirse, 'Gelo Aysel Tûglûk dikare prastina xwe bike? Tenduristiya wê niha çawa ye? Dikare bê vir û parastinê bike?" Lê ATK jî rabûye bûyerên 5 sal berê wekî ehliyeta ceza nîqaş kiriye."    BILA ÎNAFAZA WÊ BÊ TALOQKIRIN   Koçak, destnîşan kir ku rapora ATK'ê ne etîk e û xwest dadgeh rapora ATK'ê cardin binirxîne. KOçak got: "Em dixwazin Tûglûk jî di nav de hemû girtiyên nexweş bên berdan û înfaza wan bê taloqkirin."    BIRYARA ATK'Ê SIYASÎ YE   Parêzer Destûna Yildiz jî destnîşan kir ku biryarên ATK'ê dijî hiqûqê ne û raporên dijî zanistê çêdike. Yildiz, bilêv kir ku girtî di van şert û mercan de, di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû tên hiştin û hoy: "Wekî cinayetên jinan, di girtîgehan de jî li hemberî jinan helwesteke polîtîk heye. Ev jî nîşan dide ku biryar bi saîqên siyasî tên dayîn. Ji lew re ATK vekolîneke rasterast nake. Di teşxîs û tedawiya nexweş de jî rasterast çavdêriyê nake. Li gor dosyeya tê berê wê biryarê dide. Bi vî awayî jixwe dê biryareke baş neyê dayîn. Em dixwazin Tûglûk bê berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne."    'EM Ê BITÊKOŞIN'   Parêzer Ozge Serdar jî diyar kir ku nexweşîna Tûglûkê ne nexweşîneke ku li girtîgehê bê tedawîkirin û got: "ATK, derî armanca xwe tevdigere. Biryarên ATK'ê yên derbarê girtiyên siyasî de biryarên siyasî ne. Baweriya me bi tu biryarê tune ye. Lewma em ê bi awayekî fiîlî bidin dû mafên xwe yên rewa. Em ê li kuçeyan, li ber baroyan, li edliyeyan û li qadan daxwazên xwe tim bînin ziman. Demildest divê Aysel Tûglûk bê berdan û tedawîkirin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome."    ATK RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKE   Parêzer Meral Hanbayat jî destnîşan kir ku xebatên legal ên Aysel Tûglûkê hatine îllegalîzekirin û bi vî awayî hatiye eczakirin. Hanbayat, ji bo rapora ATK'ê jî anî ziman ku ATK bi alîgirî tevdigere û biryarên wê siyasî ne û got: "Ji ber ATK'ê şert û mercên girtiyên tên tecrîdkirin girantir dibin. Mafên wan ên tedawiyê tên astengkirin. ATK, ji bo girtiyên li ber mirinê jî briyarên neyînî dide. Tûglûk, di jiyana xwe de, çi di dema parêzertiya xwe, çi jî di dema parlementeriya xwe de bû dengê girtiyên nexweş."   Hanbayat, destnîşan kir ku divê înfaza Tûglûkê bê taloqkirin û berdan.    MA/ Esra Solîn Dal-Dogan Kaynak