Komîsyona Mafên Zarokan a KESK'ê: Em ê li dijî tahdeya bi unîforma bitêkoşin 2022-02-22 09:01:21 WAN- Komîsyona Mafên Zarokan a di bin banê KESK'ê de hat avakirin dest bi xebatên xwe kirin. Hevberdevkên komîsyonê anîn ziman ku dê li dijî tahdeya sivîl û bi unîforma ya li hemberî zarokan bitêkoşin.  Li Tirkiyeyê cara ewil di bin banê sendîkayekê de li Wanê Komîsyona Mafên Zarokan hat avakirin. Komîsyon di bin banê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat avakirin. Derûnas, pisporên xizmeta tenduristiyê û pisporên pêşketina zarokan jî di nav de 15 endamên KESK'ê endamên komîsyonê ne. Hevberdevkên komîsyonê Azîze Kiliç û Mahsûn Geylan, behsa armanca avakirina komîsyonê kirin.    Hevberdevka komîsyonê Azîze Kiliç, anî ziman ku li Tirkiyeyê herî zêde zarok bandorê ji krîzên siyasî, aborî, çandî û civakî digirtin û lewma komîsyonek bi vî awayî ava kirine.    BINPÊKIRINA MAFÊN ZAROKAN   Kiliç, li ser binpêkirina mafên zarokan sekinî û got: "Em dibin şahidên binpêkirina mafên di qada perwerdehiyê de. Di qada perwerdehiyê de gelek binpêkirinên mafan ên wekî dersa dîn a mecbûrî, perwerdehiya ne bi zimanê zikmakî re rû bi rû dimînin. Gava em li vê dîmena Tirkiyeyê mêze dikin, em dibînin ku binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin. Di demên dawî de bi taybetî li kursên Quranê, li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê, li weqf û komeleyan destdirêjî zêde bûye. A din jî zewicandina zarokan e. Li Wanê jî zewaceke bi vî rengî zêde bûye. 'Karkeriya zarokan' jî zêde bûye. Di dema pandemiyê de zarok di wada perwerdehiyê de bi newekheviyê re rû bi rû man."    Her wiha Kiliç, destnîşan kir ku Tirkiye li gor divêtiyên peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên zarokan tevnagere û got: "Karneya Tirkiyeyê ya di warê parastina mafên zarokan de pir qels e."    Kiliç, anî ziman ku li Tirkiyeyê gava polîtîka bên çêkirin divê li gor mafên zarokan bên çêkirin.    ‘EM Ê BINPÊKIRINÊN MAFAN KÊM BIKIN'   Hevberdevkê komîsyonê yê din Mahsûn Geylan jî got: "Mîsyona komîsyona me ev e; bi taybetî em ê li dibistanên ku endamên Egîtîm-Senê lê ne bixebitin. Dê perwerdehiyeke di warê serwextkirina mafên zarokan de bê dayîn. Em ê xeteke îxbarkirinê jî çêbikin. Em ê îxbarên bên bi saziyên eleqedar re parve bikin û bi awayekî koordîneyî bi hev re bixebitin. Em ê bi vî awayî binpêkirina mafên zarokan kêm bikin."    Geylan, bal kişand ser tahde û destdirêjiya polîs, esker û cerdevanan a li zarokan jî û got: "Ên tahdeyê dikin pişta xwe disipêrin unîformayê xwe. Em li hemberî pergaleke ku ji bo ên bi unîforma polîtîkayeke bêcezatiyê pêk tîne. Lewma berprisiyariya komîsyona me pir zêde ye. Em ê li dijî tahdeya sivîl û bi unîforma ya li hemberî zarokan bitêkoşin.    MA / Mehmet Şah Orûç