Di doza Pinar Gultekîn de bersûc Avci hat girtin 2022-02-22 09:50:36     MÛGLA - Mertcan Avci yê têkildarî qetilkirina Pinar Gultekîn negirtî dihat darizandin, hat girtin.    Bersûc Mertcan Avci yê têkildarî doza qetilkirina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a li Mûglayê negirtî dihat darizandin hat girtin. Parêzerê malbata Gultekîn Rêzan Epozdemîr, di 10’emîn danişîna 14’ê Sibatê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê hat dîtin de diyar kir ku çalakiya bersûcê girtî Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci yê negirtî tê darizandin şirîkahiya cînayetê ye û ji bo biryar were betalkirin serî li Serdozgeriya Komarê da.    Dadgehê di danişînê de biryar da ku li benda dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê amade bike bisekinin û şertên kontrola edlî yên derbarê Avci de berdewam bikin.    HAT GIRTIN   Avci yê ku çû Wekiltiya Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê îfadeyê bide, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ve hat girtin.