Malbatên girtiyan bang kir: Bila daxwazên zarokên me bên qebûlkirin 2022-02-22 09:51:06 STENBOL - Malbatên girtiyên ku zarokên wan niha li Girtîgeha Tekîrdagê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, xwestin ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. Malbatan bang li hemû malbatên girtiyan kirin ku dengê xwe derxînin û xwedî li girtiyan derkevin. Girtiyê bi navê Vedat Erkmen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tekîrdagê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê jî girtiyên bi navên Mehmet Suleyman Ucakan, Turhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habûp Guler û Ahmet Arîf Yoyler di 19'ê kanûna 2021'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva ku bi pêşengiya 5 girtiyan dest pê kir, roj bi roj mezintir bû û hejmara çalakvanan gihişt 12 kesan. Di heman demê de girtî dixwazin ku dawiyek li zext û tundiya heyî bê, sepanên keyfî ji holê rabin, di nîva şevê de bi ser qawîşan de neyê girtin, mafên wan neyên binpêkirin û hevalên wan neyên sirgûnkirin.    Malbatên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    ‘BEDENÊN CIWANAN LI HUNDIR DIRIZIN!’   Dayika yek ji girtiyên di çalakiyê de Turhan Îlbaş a bi navê Nesîbe Îlbaş diyar kir ku zarokên wan li dijî binpêkirinên li girtîgehê ev 37 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Kurê min ji ewil ber nexweşiyên li girtîgehê kete çalakiya grevê. Li girtîgeha tu ewlehiya jiyana wan nîne. Ji bo ku ez pê neêşim, dema diçe cem bijîşkan û vedigere, dibêje ku rewşa wî baş e. Em çûn hevdîtina kurê min. Ji min re got ku heke di dawiya wê de mirin jî hebe, dê çalakiya xwe bidomînin. Dibêje ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.”    SEPANÊN KEYFΠ   Di berdewamê de jî Îlbaş bal kişand ser daxwazên girtiyan û ev tişt anî ziman: “Dema bi kurê xwe re axivîm, ji min re got ku bila îşkence bi dawî bibe û sepanên keyfî ji holê rabin. Zarokê me di grevê de ne û divê şerbetê bidin wan. Tiştên ji bo wan pêwîst, nadin. Kurê min ji me xwest ku em piştgiriyê bidin wan û heta ku daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe bidomînin. Weke dayikekê, ji destê min çi were ez ê bikim. Da ku dawiyek li vê zilmê bê. Zarokên me li girtîgehê dirizin. Ez ê heta dawiyê piştgiriyê bidim zarokê xwe.”   ‘DAXWAZÊN WAN, MAFÊN WAN IN’   Bi domdarî jî Îlbaş bang li midûrê girtîgehê kir û wiha domand: “Gelo ma qet wijdana te nîne? Ma tu jî bav nînî? Me çend caran xwest bi te re hevdîtinê bikin lê te her carê red kir. Dema em diçin hevdîtinê, henekên xwe bi me dike. Divê di zûtirin dem de li girtîgehan weke muxatab bê girtin. Daxwaza me ew e ku ev grev bi dawî bibe. Di nava çar dîwaran de laşên zarokên me dirizin. Daxwazên wan pir hêsan in ku tenê mafê xwe dixwazin.”   ‘ÊDÎ BES E JI VÊ ZILMÊ’   Ji dayikên girtiyan Perîşan Kaymaz da zanîn ku kurê wê Yakûp Kaymaz ev 7 sal nin li Girtîgeha Tekîrdagê ye û wiha derbirî: “Me zarokên xwe dîtin lê rewşa wan baş nebû. Zextê li zarokên me dikin û xwarineke kêm didin wan. Hevalê wî yê qawîşê birine odeyeke cuda. Her cureyên zextê tên kirin. Zarokên me jî li dijî vê ketine çalakiyê. Girtî dixwazin bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin lê daxwaza wan nayê qebûlkirin. Ji bo hevdîtina nîv saetê, ez ji Êlihê çûm Tekîrdagê. Êdî bes e ji vê zilmê re. Gelo ma ev ji xwedê natirsin, ma wijdana wan qet nîne? Bila zarokên me veguhêzin girtîgehên nêz.”   BANG LI MALBATAN KIR   Dayika Kaymaz herî dawî jî wiha got: “Me gelek daxwazname dan ku zarokên me bînin girtîgehên nêz lê nehatin qebûlkirin. Rewşa me ya aborî baş nîne û em kal in. Tevî vê yekê jî zilmê li me dikin. Ez bang li tevahiya dayikên girtiyan dikim ku li hemberî van zextan rabin ser pêyan. Bila kesek bêdeng nemîne. Daxwaza me ew e ku di zûtirin dem de guh bidin daxwazên zarokên me. Em naxwazin ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Rayedarên dewleta tirk zilmê li me û zarokên me dikin. Lê em ê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin zarokên xwe.”    MA/ Mazlum Engîndenîz