Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye 2022-02-22 10:26:51   ENQERE - Malbata Gulistan Doku li Meclisê ye. Tê payîn malbat bi Serokê Giştî yê CHP’ê re hevdîtinê bike.    Malbata Gulistan Doku ya di 5’ê çileya 2020’an de li Dersimê hat windakirin, ku li Enqereyê ye derbasî Meclîsê bû. Dayik, bav û xwişka Gulistanê, Bedriye û Halît û Aygul ku li Dersimê “Nobeda Edaletê” dabûn destpêkirin, biryar da ku dê çalakiya xwe li Enqereyê li ber Meclisê bidomînin. Malbat bi şev gihîşt Enqereyê.    Malbatê serê sibehê xwest li ber deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî bide. Lê polîsan mudaxile kir û destûrê neda. Malbatê bertek nîşanî polîsan da û pişt re derbasî Meclisê bû. Malbat dê beşdarî komcivînên HDP’ê û CHP’ê bibin. Tê payîn malbat bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bike.