Hevserokên HDP’î hatin girtin 2022-02-22 12:34:00   MANÎSA/STENBOL - Hevserokên HDP’ê yên navçeya Turgutluyê Mesût Hayrî Bokû û Naîle Gumuştaş hatin girtin. Her wiha 12 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin jî sewqî edliyeyê kirin.   Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Turgutlu ya Manîsayê Mesût Hayrî Bokû û Naîle Gumuştaş, di çarçoveya lêpirsînekê di 14’ê sibatê de hatin binçavkirin. Bokû û Gumuştaş 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî îfade dan dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ku hevserokên HDP’ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên girtin û sewqî dadgehê kirin. Şandeya dadgehê jî biryara girtinê da û Mesût Hayrî Bokû şand Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Naîle Gumuştaş jî şand Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê.    STENBOL    Rêveberên HDP’a Esenyurt a Stenbolê Taner Karadaş, Mûrat Turgut, Çayan Yilmaz, Metîn Burukanli, Kiyasettîn Kurt, Selamî Yaman, Abdullah Arinan, hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Esîn Çelîk, rojnameger Vîldan Atmaca û Îsmaîl Çelîk, Îbrahîm Erol û Seleyman Erzengîn jî di 14’ê sibatê de hatibûn binçavkirin.    Îfadeyên kesên binçavkirî yên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Hat zanîn ku kesên binçavkirî bi çalakiyên ku tevli bûne, xebatên partiyê, bexşandina goştê qurbanê, xebatên Newrozê, daxuyaniyên çapemeniyê û bi tevlibûna bîranîna Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’a Îzmîrê ji hêla Onur Gencer ve hatibû qetilkirin, hatin sûcdarkirin.   Kesên ku îfadeyên wan xelas bûn, şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.