Dîmenên kesên êrişî HDP’ê kirin derketin holê 2022-02-22 13:05:03   EDENE - Dîmenên 3 kesên ku êrişî avahiya HDP’a Yuregîrê kirin derketin holê. Balkêş e ku her sê kes piştî êrişê gelek rehet tevdigerin. Hat diyarkirin ku êrişkar nehatine binçavkirin.    Di 16’ê Sibatê de hin kesên nasnameya wan nediyar, bi çek û molotofan êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Yuregîrê kirin. Ji ber molotofa avêtin avahiyê şewat derket û avahiyê zirareke biçûk dît.     DI NAV GORISTANÊ DE ÊRIŞÎ AVAHIYÊ KIRIN   Di dîmenên kamerayên du kargehên cuda yên kêliya êrişê û piştî êrişê de helwesta rehet a her sê êrişkaran bal kişand. Her sê êrişkarên di nav goristanê de bi molotofan êrişî avahiya HDP’ê ya Yuregîrê ya li ser Cadeya Çûkûrovayê kirin. Di dîmenan de hat dîtin ku molotofek dikeve nava avahiyê, yek bi pankarta bi avahiyê ve dikeve ya sêyemîn jî dikeve ser cadeyê. Di dîmenan de tê xuyankirin ku welatiyên dengê êrişî dibihîzin derdikevin ser cadeyê. Di dîmenên kameraya kargeheke ku li ser Cadeya Îlbey Guneş a ketine Goristana Asrî ye de hatine kişandin jî tê dîtin ku her sê êrişkar li ser cadeyê li pey hev bi awayekî rehet dimeşin û li kolaneke şopa xwe didin windakirin.    ‘BILA ÊRIŞKAR BÊN DÎTIN’   Hevserokê HDP’a Yuregîrê Dûrmaz Ozmen bi lêv kir ku giliyê êrişkaran kirine lê heta nihat têkildarî êrişê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn û wiha got: “Sê kesê ku rûyê wan girtî ne êrişî avahiya me dikin. Li her derê kamera hene lê ev kes hatin binçavkirin nehatin binçavkirni em nizanin. Ji ber miduriyeta polîsan li me venegeriya em nizanin. Em dixwazin êrişkar demildest bên dîtin û derxînin pêş darazê.”   DERBARÊ BÛYERÊ DE PÊŞNIYAZPIRS DAN MECLÎSÊ    Parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllerî û Kemal Pekoz jî derbarê bûyerê de pêşniyarpirsek dan Serokatiya Meclîsê û xwestin Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne.    ‘ÊRIŞKAR HATINE TESPÎT KIRIN?’   Parlementerên HDP’ê ji bo ku bibersivîne ev pirs ji Soylû pirsîn:    “*Kesên ku êrîşa çekdarî li avahiya me ya Rêxistina Navçeya Navendî ya Yuregîra Edeneyê pêk anîn, hatine tespîtkirin?    * Têkildarî van kesan tu kirarî hatine destpêkirin?   * Polîsên ku di êrişên li hemberî partiya me pêk hatin de îhmala wan heye an jî peywîra xwe pêk neaniye hatiye tespîtkirin? Têkildarî polîsên ku peywîra xwe pêk neanîn de tu lêpirsîn hatine dest pê kirin?”     MA / Hamdullah Yagiz Kesen