Gefa ku dozger li bijîşk xwar şermezar kirin 2022-02-22 14:40:57 ŞIRNEX - Odeya Bijîşkan, SES û KESK’ê gefa ku dozgerekî li bijîşk Mehmet A. O. yê li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebite xwar, şermezar kirin.  Endamên Odeya Bijîşkan a Şirnexê, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) gefa ku dozgerekî li bijîşk Mehmet A. O. yê li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebite xwar, şermezar kirin.    Tenduristvanên tevli daxuyaniya li pêş beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn, pankarta “Ji tundiya ser xebatkarên tenduristiyê re na” vekirin û bi çepikan deqîqeyekê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Odeya Bijîşkan Dr. Ferhat Kaya ve hat xwendin. Kaya, destnîşan kir ku tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê her ku diçe asayî dibe û wiha got: “Em li cihên xwe yên kar, ku her roj gef û zext lê zêde dibin, di nava şikestineke derûnî de ne.”   ‘EM NATIRSIN’   Kaya, bi lêv kir ku wê heta dawiyê şopdarê rewşa ku qewimiye bin û wiha got: “Ji ber qanûna tundiyê ya di tenduristiyê de ne bi bandor e vê carê jî tundî li Şirnexê derket pêşberî me. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê heta dawiyê şopdarê mijarê bin.” Kaya, destnîşan kir ku divê polîtîkayên bêcezatiyê bên bidawî kirin û wiha axivî: “Ev êrişa çendan e, bê cezatiya çendan e? Divê ev yek bên cezakirin.”